Dayika Aştiyê: Newroz ji bo me xwe îfadekirin e
- 09:04 19 Adar 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBO - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stnebolê sultan Bozkurt der barê Newrozê de axivî û got: “Newroz ne tenê pîrozbahiye, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê xwe îfadekirine . Ev Newroz, Newroza xwedîderketina li azadî û nasnameyê ye.”
Newroz ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn sembola berxwedana civakî û vejîna nû û li dijî zilm û tarîtiyê serkeftinê ye.Newroza ku bi taybet jin bi cil û bergên xwe yên rengîn di eniya pêş de cih digirin, biryarbûna gel a di jiyanek bi rumet û demokrasiyê de temsîl dike. Newroza îsal ya li Stenbolê bi kelecaneke mezin tê payîn. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Sultan Bozkurt der barê Newrozê de axivî û got pîrozbahiyên îsal di pêvajoyek krîtîk de pêk tên.
‘Bi bedelên mezin em hatin van rojan’
Sultan Bozkurt daxuyakirin ku ji zarokatiyê de tevli Newrozê dibe û got: “Newroz ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Mijara hebûn û tunebûnê ye.Ji roja Kurd hatine dinê heta niha bi zext, tundî û zilmê re hatine rû hev. Dewlet êrîşê Kurdan dikin. Lê Newroz ji bo me serkeftin e, jiyan e, rizgarî ye, nasnameye, nav e. Berê Newroz qedexe bûn. Mirovan li serê çiyan agir vêdixistin. Cejna Newrozê ji bo Kurdan gelek watedar e. Ji bo Newrozê bedelên mezin hatin dayîn. Di encama bedel û têkoşînên mezin de em hatin van rojan.”
‘Êdî dor a dewletê ye’
Sultan Bozkurt balkişand ser pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk û got hîna dewletê gavek navêtiye û wiha domand: “Em ê Newrozê pîroz bikin. Lê hîna dewletê gavek navetiye. Girtî nehatine berdan. Kurdan çi pêwist bû kirin. Êdî dora dewletê ye. Em nizanin dewlet ji me çi dixwaze.Em dixwazin Newrozê bi zarokên xwer re derbas dikin. Em azadiya gelê xwe dixwazin. “
Jinên Kurd
Sultan Bozkurt balkişand ser têkoşîna jinên Kurd û daxuyakirin ku Newroz ji bo jinên Kurd girînge û wiha domand: “Jinên Kurd xwedî rola pêşengin. Jin tunebin jiyan tune ye. Bêyî jinan jiyan nameşe. Jinbi coşek mezin bi rengê xwe tevli Newrozê dibin. Jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re Pêşengiyê dikin. Rêber Apo axa mirî ji ser me avêt. Birêz Ocalan 50 sale têdikoşe. Başe ku serokatiya me heye başe ku serokê me ye. Ji bo gelan têkoşîn meşand.Em dixwazin roja Newrozê agahiyek baş bê. Divê her kes berê xwe bidin qadên Newrozê.”








