Konferansa Jinan a ji bo misogeriya mafan li Qamişloyê dest pê kir

  • 11:22 17 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma ‘Werin em bi hev re ji bo misogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têbikoşin’ li bajarê Qamişloyê dest  bi konferansê kirin.
 
Bi pêşengiya Kongra Star, rêxistin, sazî û meclîsên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê ji bo misogeriya mafên xwe di destûra Sûriyeyê de konferans bi dirûşma ‘Werin em bi hev re ji bo misogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têbikoşin’ li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê destpê kir. 400 jin ji hemu sazî û rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bû.
 
Konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Kongra Star Rihan Loqo ve hat kirin. Rihan Loqo wiha got:
 
"Di şexsê berxwedana rûmetê Denîz Çiya, hevala Gerîla, heval Rojîn de em tevahî şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Doza domandina têkoşîna wan nû dikin. Têkoşîna dîrokî ji Rosa Luksemburg heta Sarayan didome. Tevahî hişmendiyên ku xwestin jinan tune bikin, me li hemberî vê bi berpirsiyariya dîrokî got ku em berdewamiya xeta azadiya jinan in. Li seranserê qadên şoreşa Rojava, me têkoşînê bi vê rihê meşand. Her ku xwestin me qir bikin me di hemu qadan de ji leşkerî heya hunerî berxwedaneke dîrokî da meşandin. Li ser vê erdnîgariyê destkeftiyên mezin ên jinan çêbûn, bi saya wê hemu jin û tevgerên wan nasnameya xwe biparêzin.
 
‘Jinan di nav şoreşê de şoreş pêk anîn’
 
Modela ku Şoreşa Jinan ava kir ji bo tevahî cîhanê bû nimûne. Ji komîn heya bajar bûn vîna ku bi xwe biryara xwe bigrin. Jinan di nav şoreşê de şoreşa xwe ava kir. Ne tenê di van aliyan de, di aliyê parastinê de jî jin bûn xwedî destkeftî. Yekem car li Rojhilata Navîn hêza parastina ku jinan biparêze li herêma me hat avakirin. Ev yek bi keda bi hezaran hevalên şehîd hat avakirin. Her ku çû asta têkoşîn û berxwedana jinan bû nimûne ji bo hemû jinan. Modela ku hat avakirin modela wekhevî û jiyana azad e. Tu modela ku jinan di nava xwe de nahewîne nabe modela jinan. Her ku diçe bandora şoreşê li cîhanê belav dibe. Li beramberî vê asta êrîş û şerê taybet jî li hemberî şoreşê zêde dibe. Kombûna me li ser vê esasî ye. Ji bo em bikaribin dengê xwe li vir bikin dengê misogeriya parastina mafên jinan di destûrê de.
 
‘Ji her demê zêdetir têkoşîn’
 
Bi qêrîna azadiyê ya ku li hemu qadên azad hat bilindkirin divê em bikaribin bêhtir xwedî li destkeftiyên xwe û bîranînên şehîdên xwe derbikevin û di aliyê qanûnî de misoger bikin. Di dem û dîrokek wiha de em kom bûne ku ev peyameke xurt e. Bi îsrara jinan wê azadiya jinan li vê erdnîgariyê bê nivîsandin. Ji vir û şûnde jî em ê têkoşînê bi awayê mezintir bimeşînin. Van demên ku em tê de derbas dibin, demên gelek dîrokî ne. Di şekildayîna Sûriyeya nû de em çawa dikarin mafên xwe biparêzin em ji bo vê li vir in. Şerê tê meşandin şerê li ser hebûn û nasnameya jinan e. Me di van pêvajoyan de şahidiyê ji van kiryaran re kir. Ji avêtina cenazeyê şervana me heya qutkirina keziya hevala me, ev yek xwe nîşan da. Komkujiyên li ser malbatan û koçberiya bi darê zorê me dît. Çawa ku jinan her dem têkoşîna xwe meşand, di demên herî hesas û dîrokî de jî em ê têkoşînê bidomînin.’’
 
Li gorî bernameya konferansê rewşa siyasî dê bê nirxandin, rewşa leşkerî ji aliyê YPJ’ê ve bê destgirtin û nirxandin, rewşa hiqûqî û qanûnî dê ji aliyê rêxistinên Suryan ve bê destgirtin û herî dawî jî mijara di entegrasyonê de jin dê bê nirxandin.