HRANA: Heta niha hezar û 298 sivîl hatine kuştin

  • 11:46 14 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê diyar kir ku ji 28’ê Şibatê ve heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de herî kêm hezar û 298 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji wana 29 jê jin, 205 zarok in.
 
Ajansa nûçeyan a HRANA’ê bi rapora ku îro weşand de ragihand ku ji ber şerê li Îranê, hejmara miriyan zêde dibin. Li gorî raporê, ji destpêka êrîşên Îsraîl- DYE’yê yên li ser Îranê ku di 28’ê Sibatê de destpê kirine ve heta niha, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 4 hezar û 765, ji wana herî kêm hezar û 298 kes sivîl in.
 
Li gorî raporê, ji hezar û 298 sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 205 zarok û 29 jin in. Her wiha di êrîşan de, 654 sivîlên ku 30 ji wan jin û 14 zarok in birîndar bûn.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku dê êrîşan de hezar û 122 personelên leşkerî hatine kuştin. Hat îfadekirin ku ji ber nebûna xwegihandinê û qedexeyên heyî dibe ku hejmara rast zêdetir be.
 
Li gel vê di raporê de, mirina 599 kesan hatiye tomarkirin lê belê niha ev bûyer di kategoriya ‘nediyar’ de hatine dabeşkirin. Ev tê wê wateyê ku çavkaniyên berdest tesbît nekirine ka es kes sivîl an leşker in.
 
Li gorî raporê, ji derveyî hedefên leşkerî, beşek girîng a binesaziyên sivîl û herêmên bajar, ziyanek cidî dîtine. Di êrîşên du hefteyên dawî de herî kêm 20 nexweşxane yan navendên tenduristiyê zirar dîtin, 98 êrîşên hewayî yan mûşekî çêbûn, avahî û cîwar bûne hedefa êrîşan. Li herêmên cuda yên Îranê herî kêm 36 dibistanan zirar dîtine.