ROJEVA 14'Ê ADARA 2026'AN
- 09:00 14 Adar 2026
- Rojev
*Jinên Bulamê der barê rol û mîsyona jinan a di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de nirxandin kirin û wiha gotin: “Yên aştiyê ava dikin yên jiyanê ava dikin jin in. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê li qadan bin." BI DÎMEN
*ktîvîsta TJA’yê Yildiz Çetîn diyar kir ku pêşeng û kirdeyên pêvajoyê jin in û wiha got: “Şerta xwegîhandina civaka demokratîk têkiliya azad, wekhev û demokratîk a bi jinan re hatiye avakirinê ye. Çawa me 8’ê Adarê tacîdar kir em ê Newrozê jî tacîdar bikin.” BI DÎMEN
*Parêzer Fatma Ulgen geşdanên dosya Rojîn Kabaîş nirxandin û got: “Lêkolîna der barê DNA’yên aydê 2 hezar û 500 kesî didomin. Di hevdîtina bi dozgeriyê re hat kirin de me daxwaz kir ku telefonê bişînin fîrmaya hilberîner.” DÎMEN HEYE







