Şerê li Rojhilata Navîn bandorek çawa li Lubnanê dike ?
- 09:04 13 Adar 2026
- Rojane
ENQERE - Bandora şerê ku DYA-Israîlê li herêmê daye destpêkirin li Lubnanê krîza aborî giran dike, koçberiyê zêde dike û raste rast bandorê li jiyana jin û ciwanan dike.
Di êrîşên DYA-Israîlê yên li hember Rojhilatê Kurdistanê û Îranê; gelek herêm ji ber êrîşên hewayî bi bandor bûn. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Şerê hêzên hegemon heta Lubnanê çûye. Li Lubnanê êrîş Beyrût û herêmên başûr hedef digire. Li Beyrutê li hember avahiyekê êrîş pêk hat û gelek kes birîndar bûn. Li başûr li hember Tayr û Sîdon êrîş pêk hatin. Li gorî agahiyên rayedarên tenduristiyê yên welat bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dane û pêla koçberiyê tê jiyîn.
Seroka Komeleya Newroz a Kurdên Lubnanê Hanan Osman der barê pevçûnê heta Lubnanê çûne nirxandin kir.
‘Fikar û bendewarî mijara gotinê ye’
Hanan Osman got êrîşên DYA-Israîlê yên li hember Îranê bandor li hemû aliyan kiriye, li Lubnanê jî bandor kiriye. Hanan Osman wiha dirêjî dayê: “Geşedanên li Lubnanê çavçroyeva şerê DYA-Israîl û Îranê tê nirxandin. Ev pevçûneke ku gelek aliyên herêmê dihewîne ye. Ji ber vê bûyerên li Lubnanê ne tiştekî derbasbûye ye, barovajî vê raste rast bandor dike û her diçe zêde dibe. Gel jî bi fikar e. Ji bo Lubnanê ev rewş hesas e. Bendewarî û fikar mijara gotinê ne.”
Koçberî û windahî
Hanan Osman destnîşan kir ku şerê Israîlê li hember Lubnanê daye destpêkirin bi başûrê Beyrût û başûrê Lubnanê sînor namîne û encamên berfireh yên beşeke mezin a bandorê li welat dike, derdixe holê. Li cihê pevçûn hene koçberiyê jî dest pê kiriye. Pevçûnan bandorek mezin li ser starbûn û xizmetên esas kirine. Bombebaran û hilweşînan bandorek mezin li ser dibistan, nexweşxane, rê û her wekî din kiriye, jiyana gel bi bandor bûye.”
Sedemên êrîşan
Hanan Osman di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Polîtîkayên DYA-Israîlê yên li hember Îran û Herêmê heta Lubnanê çûye. Sedema vê jî asta stratejîk a Lubnanê û rola di berxwedana herêmî de ye. Hebûna hêzên Lubnanê ya têkiliya wan a leşkerî û siyasî bi Îranê re heye û ev jî Lubnanê dike parçeyek hesabên herêmî. Ligel vê welat di mudaxaleyeke li hember Îran an jî mutefîkên wan de raste rast bandor dibe. Aktorên siyasî û hêzên berxwedanê yên li Lubnanê di şerê li dijî Israîlê de rola aktîf digirin û raste rast dibin xwedî helwest. Hîzbullah jî ketiye şer. Hîzbullah li dijî êrîşên Israîlê tevli şer bûye. Di asta siyasî de hêzên berxwedanê, li ser parastina Lubnanê û axa wê sekinîne û helwestek yekbûyî ya ku berjewendiyên herêmê diparêzin.”
'Bandora şer herî zêde li ser jin û zarokan e'
Hanan Osman di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku van geşedanan navbera partiyên siyasî yên cuda yên li Lubnanê de nîqaşên mezin û ji hev veqetîn jî afirandiye û wiha balkişand ser bandora şer a li ser gel. “Hinek hêzên siyasî piştgiriyê didin helwesta berxwedanê û li dijî Israîlê serdestiya Lubnanê diparêzin. Hinek partiyên din jî êrîşan wek tehdîdê didbînin. Bêguman ev jî parçebûnên siyasî yên li herêmê giran dike. Bêguman bandora şer herî zêde li ser jin û zarokan, li ser ciwanan e. Li ser perwerdehiyê, îstîhdamê ye. Mafê jin û ciwanan di bi tehdîdan de ye. Xetereya herî mezin ya niha ev e ku şer li herêmê belav bibe.”







