Kongra Star sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest
- 12:50 12 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyek ji ber şehadeta siyasetmedar Salih Muslim sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.
Kongra Star bi daxuyaniyek sersaxî ji malbata siyasetmedar Salih Muslim re xwest û diyar kir ku têkoşîna 50 salî dê berdewam bike û bigihîje encamê.
Daxuyaniya kongra star wiha ye:"Me bihîst ku siyasetmedar, dîplomat, civaknas, rêhevalê Serok Apo Bavê Welat gihîşt asta şehadetê. Bila serê gelê Kobanê sax be, bila serê gelê Rojava û gelê her çar deverên Kurdistanê sax be.
Bavê Welat, Salih Muslum ji salên 80’yî ve heta niha bê hinase, bê rawestan, bê dudilî di oxira azadiya xak, gel û nirxên Kurdistanê de têkoşîneke bêhempa meşand. Têkoşîneke nêzî pêncî salî di nava hemû êrîşên rejîma baasê, dewleta faşîst a Tirk de kêlî bi kêlî meşand. Wekî gelek kesan rastî zextên rejîma beasê hat lê tu carî paşve gav navêt. Li dijî kiryaran her dem bi wêrekî bersiv da. Tu carî ji civaka Rojava dûr neket, bi wan re jiya. Di 14 salên şoreşê de keda wî zêde bû. Bi kesayetiya xwe ya rewşenbîr, Bavê Welat siyasetmedarê doza Kurdistanê bû. Salih Muslum ku xwedî taybetmendiyên cuda bû, ji bo doza gelê Kurd li derveyî welat dida naskirin û mafên gelê xwe biparêze di nava hewldanên mezin de bû.
Di şexsê Bavê Welat de xwestin doza Kurd hedef bigrin
Di nava salên Şoreşa Rojava de jî Bavê Welat bi êrîşên mezin ên dewleta Tirk a faşîst re rûbirû ma. Hem kesayetiya wî hat hedefgirtin hem jî di şexsê wî de doza gelê Kurd hedef hat girtin lê Bavê Welat dikaribû li hemberî van êrîşan bi zimanekî dilnizm, bi sebir, bersiv bide û qet li paş xwe mêze neke. Salih Muslum di prensîbên xwe yên jiyanê de jî xwedî sekneke xurt bû.
Cihê xwe di dilê Kurdan de çêkir
Weke taybetmendiyên kesayetî jî her mirovek ku pê re maye, danûstandin kiriye, ruhê wî yê parveker, dilnizm ji nêz ve didît. Ew bi zarokan re dikaribû ruhê zaroktî nîşan bide bi jinan re dikaribû rêhevaltiyeke herî durust bike. Cihê ku destê wî digihîştê bi her kesê re alîkar dibû. Ji bo ku malbateke demokratîk ava bibe hewldanên wî gelek mezin bûn. Bavê Welat bi van taybetmediyên xwe cihê xwe di dilê hemû mirovan de çêkir.
Em çiqas behsa Bavê Welat bikin jî nikarin ji sedî yek ked û nirxên wî bînin ziman. Lê divê were gotin ku yek ji kesayetên êşa gelê xwe ji nêz ve hîs kir, siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd heta dawî dît û bi xwe jî jiya Bavê Welat e. Li dijî vê siyasetê şer kir, êşa civaka xwe di qada navneteweyî de da nasîn.
Em dîsa Bavê Welat, dîplomatê mezin, siyasetmedarê zana, rêhevalê jinan, dostê gelan, xwedî bîr û baweriya xurt a fikir û felsefeya Rêber Apo, rêhevalê Rêber Apo Şehîd Salih Muslum bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo ku em xeyalên Bavê Welat temam bikin, weke rêhevalên wî yên jin em ê têkoşîna wî berdewam bikin. Oxir be rêhevalê hêja."







