Agir bi avahiya Ronahî TV ket

  • 09:35 12 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Agir bi avahiya navendî ya Ronahî TV ket. Ji ber şewatê herikîna weşanê bi demkî sekinî.
 
Li avahiya Ronahî Tv ya li bajarê Qamişloyê şewat derket. WeşanA kanalê demkî hatiye rawestandin.
 
Ajansa ANHA’yê ragihand ku berbanga îro li avahiya kanala Ronahî Tv  a li bajarê Qamişloyê şewateke mezin derket.
 
Li gorî agahiyan di encama şewatê de studyoya sereke û odeya kontrolê bi tevahî şewitîn û weşana zindî ya kanalê demkî hate rawestandin.
 
Tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê û şewat kontrol kirin. Têkildarî zerarên mirovî heta niha agahî nehatin bidesxistin.
 
Aliyên têkildar der barê bûyerê de lêkoîn dane destpêkirin.