Li Kadîfekaleyê starta Newrozê: Silav li Îmraliyê!

  • 19:03 11 Adar 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bi pêşengiya jinan, li Kadîfekaleyê starta Newrozê da. Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel di peyam şandibû de got: “Divê em xwedî li wesiyeta Rahşan derkevin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zêdetir bixebitin. Azadiya Birêz Ocalan, wê bibe azadiya hemû zarokên me.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê, bi pîrozbahiyeke ku bi pêşengiya jinan li Kadîfekaleyê hat lidarxistin, starta Newrozê da. Pîrozbahiyê bi şiarê “Azadî û Demokrasî” pêk hat, pankartên “Newroza azadî û demokrasiyê” û “Jina rêxistinkirî jiyana azad hûnandine” li qadê hatin daliqandin. Di Newroza ku bi sedan kes beşdar bûn de, her kêlî dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû.
 
Peyama dayika Rahşan Demîrel
 
Di pîrozbahiya Newrozê de, pêşî peyama dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel hate xwendin. Rahşan Demîrel, di sala 199’2an de li dijî qedexe kirina Newrozê û êrîşên dewletê ên ku li pîrozbahiyên Newrozê li Kadîfekaleyê bedena xwe dabû ber agir û bibû sembola Newrozê.
 
Peyama dayika Rahşan Demîrel wiha ye: “Gelê Kurd ji bo ku careke din bi xetereya asîmilasyonê re rû bi rû nemîne, divê di mal û kolanên xwe de çand û zimanê xwe bikar bîne û yekîtiya xwe xurt bike. Şehîd Rahşan, di wesiyeta ku bi dengê xwe hiştibû de wiha digot: ‘Rica min ji gelê Kurd ew e ku bibin yek. Gelê Kurd bi yekîtiyê wê bigihîje serkeftinê. Xwedê temenekî dirêj bide Birêz Ocalan ku wî rê li ber rizgariya gelê Kurd vekir.’ Divê em xwedî li wesiyeta Rahşanê derkevin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd pir bixebitin û yekîtiya xwe xurt bikin. Azadiya Birêz Ocalan wê bibe azadiya hemû zarokên me. Azadî, civaka demokratîk û aştiyeke birûmet; bi destê dayikên biqîmet û birûmet wê were hûnandin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje: ‘Me qonaxa înkarê derbas kir û derbasî qonaxa siyasî bûn, êdî em gihîştin qonaxa aştî, azadî û demokrasiyê.’ Çi ji me tê hêvîkirin? Bi xebateke rêxistinkirî avakirina jiyaneke azad û wekhev. Meşaleya ku Zekiye û Rahşanan pêxistiye, êdî jinên berxwedêr û dayikên birûmet dewr girtine. Jin wê civakê; aştiyê, azadiyê û demokrasiyê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bihûnînin. Ez Newroza we bi hestên tije hezkirin pîroz dikim; Newroza gelê Îzmîrê pîroz be.”
 
‘Ji cihê ku agirê têkoşînê yê Rahşan pêketibû, silav ji Îmraliyê re’
 
Piştî peyamê Halîde Turkoglu axivî û bi bîranîna Rahşan Demîrel dest bi axaftina xwe kir. Turkoglu anî ziman ku Kurd ji bo hebûna xwe îsbat bikin di her Newrozê de li qadan in, Kurdan Newroz veguherandiye cejna berxwedanê û got: “Şehîd Rahşan pêşenga vê têkoşînê ye. Ji ber wê dema em wê bi rêzdarî bi bîr tînin, em dixwazin vê jî bînin ziman: Kurd bi hêsanî negihîştin van rojan. Berdelên giran hatin dayîn û di vê qonaxa ku îro lê hatine de, êdî dibêjin ‘Kurd hene’. Îro em li vê qadê bi rengên xwe yên kesk û sor û zer Newroza xwe pîroz dikin. Tevî hemû qedexeyan, vê têkoşînê naskirina hebûna Kurdan ji xwe re kir esas. Heke em li Kadîfekaleyê Newrozê pîroz dikin, ev berdelê Rahşan, Berîvan û Zekiyeyan e. Kî bû yê ku têkoşîna azadiyê ava kir? Birêz Abdullah Ocalan. Heke îro li Rojhilata Navîn Kurd tên naskirin, heke bêyî Kurdan tu denklem çênabe, ev berxwedan û têkoşîna Birêz Ocalan e ku tevî salên dirêj di zindana Îmraliyê de ye. Ji ber wê ji Kadîfekaleyê, ji cihê ku agirê têkoşîna yekem a Rahşanê lê hilbûye, em silavan dişînin Îmraliyê û Newroza Birêz Ocalan pîroz dikin.”
 
‘Ji bo çareseriya demokratîk hûn li benda çi ne?’
 
Turkoglu diyar kir ku tevî krîz û şerên li Rojhilata Navîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga aştî û civaka demokratîk pêvajoyeke nû daye destpêkirin û got:
 
“Birêz Ocalan hewl da rêya ku diçe aştiyê veke. Li dijî van şerên li Rojhilata Navîn, jiyana bi hev re ya gelan, lê di heman demê de jiyana azad a Kurdan ji xwe re kir esas. Îro banga aştî û civaka demokratîk, di heman demê de banga me jinan, gelan û kedkaran e ku em ê çawa pêşerojê bi hev re ava bikin. Di vê bangê de kes nikare kesî tune bihesibîne. Çareseriya hemû pirsgrêkan jî li vir e. Niha piştî ku Birêz Ocalan gaveke wiha girîng avêt, divê em vê bibêjin: Ev di heman demê de têkoşînek e. Em ji kesên ku vî welatî bi rêve dibin re dibêjin: Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgrêka Kurd hûn hîn li benda çi ne? Komîsyonek hat avakirin. Me jixwe rexneyên xwe ji vê komîsyonê re kirin. Lê di hundirê vê komîsyonê de ji bo demokratîkbûna vî welatî xalên girîng jî hebûn.Heke îro girtîgeh bi girtiyên siyasî tije bin û em sedema girtina girtiyên siyasî wekî vê desthilatdariyê û rejîma keyfî dibînin, heke em dibêjin ev bêhiquqî ye, divê ev desthilatdarî dest ji vê helwestê berde.”
 
‘Birêz Ocalan sermuzakerevan û garantorê çareseriyê ye’
 
Halîde Turkoglu anî ziman ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: “Birêz Ocalan sermuzakerekar, aktora sereke û garantiya çareseriyê ya vê pêvajoyê ye. Ji wê aliyê ve em ê daxwazên xwe di vê Newrozê de jî bi vî rengî bînin ziman. Ji ber ku bingeha pirsgirêkê înkar be, îro li dijî înkarê hebûn hatibe qebûlkirin, li hemberî hebûna ku hatiye naskirin azadî jî şert e. Em ê vê têkoşîna azadiyê di vê Newrozê de bi hev re nîşan bidin. Bila ev Newroz bibe ronahiya têkoşînê ya li dijî zaliman û li dijî kesên ku îro dixwazin cîhanê bi pergaleke tarî bi rêve bibin. Em dizanin ku tenê ev têkoşîn û ev dilsozî dikare di Newrozê de xwe bide jiyîn. Ji bo ku Newrozên aştiyê bibin mayînde, divê berî her tiştî têkoşîn were esas girtin. Newroz pîroz be!”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Li aliyê din jinan pankarta “Jina rêxistinkirî jiyana azad hûnandine” ji sûrên Kadîfekaleyê daxistin. Jinan di vê navberê de bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.