Xwendekaran Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir
- 21:37 10 Adar 2026
- Rojane
WAN - YYU-KURDÎ li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Roja Cil û Bergên Kurdî bi bernameyekê pîroz kir.
Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU-KURDÎ) li Ofîsa Ciwanan a zanîngehê bi boneya 10’ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî bernameyek li dar xist û roja cil û bergan pîroz kir. Di bernameyê de pankarta “YYU-KURDΔ û “Roja Cil û Bergên Kurdî Pîroz Be” hatin vekirin û xwendekaran li ser giringiya xwedîderketina çanda Kurdî nîqaş kirin. Di bernameyê de helbest hatin xwendin û govend hat gerandin.
YYU-KURDÎ bi vê bernameyê armanc kir ku di nava xwendekarên zanîngehê de çand û nasnameya Kurdî zindî bike. Bi vê boneyê gelek xwendekar bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin zanîngehê û tev li bernameyê bûn.







