Meşa Şevê ya Enqereyê: Em li her derê aştiyê dixwazin

  • 19:50 8 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Saziyên jinan ên Enqereyê û Feminîstên Xweser bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê 20’emîn meşa şevê li dar xistin. Di meşê de peyama ‘em li her derê aştiyê dixwazin’ hat dayîn.
 
Saziyên jinan ên Enqereyê û Feminîstên Xweser bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo 20’emîn meşa şevê li Rêya Yuksel a navçeya Çankayayê hatin ba hev. Jinan li vir demekê dirêj dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Raperîn şoreş û azadî” “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Hevî aştî û berxwedan”, “Hezar silav ji jinên li Rojava li ber xwe didin”, “Hezar silav ji jinên li Filîstînê li ber xwe didin” û “Bi berxwedanê em ê bi derbikevin” berz kirin.
 
Piştre jî jinan bi gelek pankart û dovîzên qala têkoşîna jinan dikin dest bi meşê kirin. Bi hezaran jin bi berzkirina dirûşmeyan li Rêya Yukselê heta Rêya Sakaryayê meşiyan. Girseyê demekê dirêj li Rêya Sakarya govend gerandin, stran gotin û dirûşm berz kirin. Piştî meşê li Rêya Sakaryayê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin.
 
‘Em li her derê aştiyê dixwazin’
 
Daxuyaniya Kurdî ji aliyê şanoger û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Angay ve hate xwendin. Zelal Angay bi lêv kir ku ew li dijî pergala patriyarkar û tunehesibandina kêda jinan li qadan in û wiha got: “Li çar aliyên cîhanê pergala mêr jiyana jinan dorpeç dike. Li Rojava pergala jiyana azad a jinan hedef tê girtin. Li Filîstînê komkujiya Îsraîle didome. Li Afganîstanê jin tune tên hesibandin. Li Iraqê Yaenar Mihemed ku avakara rêxistina azadiya jinan bû hat kuştin. Li Îranê rejîma molla jinan dikuje û mudaxaleya emperyalist tevahî civakê qir dike. Li her derê şer heye. Jin û LGBT hedef tên girtin. Em li her derê aştiyê dixwazin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.