Li Ermenîstanê 8'Adarê hat pîroz kirin

  • 19:32 8 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li mala bi şahiyek hat pîroz kirin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li mala kêmenetewan a li paytexta Ermenîstan Êrîvanê şahiyek hate lidarxistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê hat destpê kir.
 
Di şahiyê de endama Yekîtiya Jinên Azad Asê Biroyan axivî. Biroyan di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên têkoşer, dayikên şehîdan, şervanên azadiyê û li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Bi saya Rêber Apo têkoşîn û berxwedanek me ya mezin li cîhanê deng vedaye. Pêwîste em têkoşîna xwe hin xurtir bikin û xwe birêxistin bikin.”
 
Biroyan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em çiqas xwe bi rêxistin bikin, yekîtiya xwe ava bikin û jinê têkoşîna azadiyê mezin bikin em ê bigihijin azadiya xwe û mirovahiyê. Em carek din 8'ê Adarê li Rêber Apo ku mîmarê azadiya jinê ye, li hemû jinên Kurd û jinên cîhanê pîroz dikin û dibêjin, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok Apo.’
 
Şahî bi tevlîbûna hunermend Zagros Rojhilat û Zîlan Rojhilat bi gerandina dîlanê dewam kir.