Rohilat Efrîn: Divê destkeftiyên jinan bikevin bin ewlehiyê

  • 17:38 8 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku di pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de, pêşîniyên wan ên bingehîn vegera li Efrîn û Serêkaniyê û azadkirina dîlan e û got: “Di vê pêvajoyê de rewşa YPJ’ê ji bo me taybet e û nayê nîqaşkirin.”
 
Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, beşdarî civîna gel a li bajarê Bonn a Almanyayê bû. Civîna ku Kurdistaniyan bi girseyî lê amade bûn, bi alayên YPG û YPJ’ê hat xemlandin.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Rohilat Efrîn a ku di civînê de axivî, geşedanên polîtîk ên nû yên ku di encama şerê li Rojava û Sûriyeyê de derketine holê bi berfirehî şirove kir. Rohilat Efrîn, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û di destpêka axaftina xwe de wiha got:“Ev roja watedar a ku di sed salên dawî de bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya jinan re bûye yek, îro bi berxwedana bêhempa ya jinên Kurd re bûye sembolek ku li tevahiya cîhanê belav bûye. Ev destkeftî bi keda şehîdên me û felsefeya Rêber Apo pêkan bûne.”
 
Rohilat Efrîn wiha dirêjî dayê: “Îro heke cîhan nasname û têkoşîna gelê Kurd qebûl kiribe, ev ne hêsan bûye. Bi berdêlên giran û berxwedanek bênavber hatiye qezenckirin. Şoreşa Rojava di sala 2011’an de veguherî serhildanek fikrî û 14 sal in tevî her cure êrîşan, xwedî destkeftiyên mezin e.Pêşîniya me ya bingehîn; di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Şehba, vegera bi rûmet a gelê me yê ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne ye. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên me bi rêveberiya Şamê û hêzên peywendîdar re berdewam dikin.”
 
Ji bo tevlibûna Newreozê bang
 
Rohilat Efrîn bang li her kesî kir ku bi xurtî xwedî li Newroza Frankfurtê ya îsal derkevin û got, “Berxwedan û pîrozbahiyên Newroza îsal, ji salên borî pir cudatir û watedartir e. Ez bang li tevahiya gelê me dikim ku beşdarî vê Newrozê bibin.”
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.