ROJEVA 3'YÊ ADARA 2026'AN

  • 09:02 3 Adar 2026
  • Rojev
 
*Binpêkirinên mafên mirovan li Girtîgeha Jinan a Bunyanê zêde dibin, bi taybetî li ser pêşîgirtina bikaranîna zimanê Kurdî. Dayika girtiya bi navê Gulistan Al Emîne Al, got, "Dema ku keça min bi telefonê bi me re axivî got ku axaftina bi Kurdî qedexe ye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê neheqiyên li zarokên me têne kirin bi dawî bibin." DÎMEN HEYE
 
*Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re, jinên li Serhadê banga derketina kolanan kirin da ku temsîliyeta wekhev, rêxistinbûn û parastina destkeftiyan bixwazin. Jinan tekez kirin ku parastina destkeftiyên jinan li Rojava beşek ji têkoşîna jinan a cîhanî ye û gotin, "Em jin dixwzin wekhev û  azad bijîn û neyên kuştin." DÎMEN HEYE
 
*Heta di rojekê de ku hişyariyên lehiyê hatin dayîn de jî, jinên karkerên çandiniyê neçar man ku li zeviyan bixebitin û diyar kirin ku di rojên ku nayên ser kar de dahata wan tune ye û ji ber vê yekê neçar in ku her roj bixebitin. DÎMEN HEYE