Bi 8’ê Adarê re berbi Civaka Azad û Demokratîk (11)
- 09:30 2 Adar 2026
- Dosya
Li Temel Conta berxwedana jinê: Em serî natewînin
Berîtan Tunç
ÎZMÎR - Ji 10’ê Kanûna 2024’an heta niha karkerên jin yên Temel Conta ji bo mafên xwe ev 437 roj e di berxwedanê de ne. Jinên karker diyar kirin ku ev ne tenê têkoşîna kar e, têkoşîna azadiya jinê ye jî.
Ber bi 8’ê Adarê, careke din newekheviya zayendî, bêsendîkabûn, heqdestê kêm tê dîtin. Jin li aliyekî barê pêvajoya hilberînê digirin ser xwe li aliyê din jî bi barê keda nava malê ya nayê dîtin jiyanê didomînin.
Divê beşa dosya xwe de em cih didin jinên karkerên Temel Conta ku ev salek e ji bo sendîkabûnê, têdikoşin.
Jinên karker diyar kirin ku ev ne têkoşîna kar e di heman demê de têkoşîna azadiya jinê ye.
Jina bi navê Sîmar Bekar da zanîn ku di pergala hilberîna serdest ya mêr de keda jinê hem erzan tê dîtin hem jî dikarin hema dest jê berdin, tê dîtinê û got: “Keda jinê bê nirx tê dîtin. Em dixwazin keda me neyê binpêkirin, beramberê wê bê dayîn. Dema ji kar avêtinan ewil jin tên avêtin. Dibêjin hevjînê wan dixebitin û hema keda jinê tune dikin. Rêzdarî tune ye. Nirxê nadin jinan. Ev bêrêzdariye. Di 10’ê Kanûna 2024’an de em ketin grevê. Ji ber şertên xebatê em çûn sendîkbûnê. Em jiyanek mirovane, em heqdestekî mirovane dixwazin. Em mafên xwe dixwazin. Ji ber vê em li vir in û em ê heta dawî berxwe bidin. Em hem li malê hem li cihê kar dixebitin. Em du kat kedê didin. Ez bang li hemû jinan dikim. Ji bo mafê xwe heta dawî têbikoşin. Em wek karkerên Temel Conta her tim ligel we ne. Bibin dengê me, em jî bibin dengê we.”
Işil Çalişir jî diyar kir ku jin û mêr heman karî dikin di pêvajoya hilberînê de cih digirn lê jin bê hêz tên dîtin û got: “Pêvajoya grevê de piranî jin hebûn. Berpirsyariyên jinan her tim zêdetirin. Tenê jiyana kar tune ye, ya malê heye. Jin li malê jî û li cihê kar jî dixebitin. Di şertê aborî de rewş ji bo jinan zehmet e.Di pêvajoya berxwedanê de jinan tu car şûnde gav navêtin. Tevî zextan têkoşîn meşandin. Dest ji têkoşînê bernedan. Li cihê jin hene têkoşîn heye. Vê berxwedanê hêza jinan nîşanê me da. Berbi 8’ê Adarê ez bang li hemû jinan dikim; bêdeng nemînin, netirsin.Têkoşînê bidomînin. Ez 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikim.”
‘Newekhevî li her derê heye’
Sînem Kaya jî wiha got: “Di esasa pêvajoya grevê de tunehesibandina keda jinê heye. Keda jinê nayê dîtin. Jin vê qebûl nakin û têdikoşin. Serî natewînin. Barê jinan giran e. Hem yê kar hem yê malê. Dema dixebitin zehmetiyên mezin dikşînin. Hertim di serê wan de plan û bername hene. Dibêjin ez ê çawa bgihêjim malê. Keda jinan bi nirx e. Em li dijî tunehesibandin keda jinê têdikoşin. Jin li malê diwestin li kar diwestin. Mûçe têr nakin. Keda jinê pir bi nrixe. Bila keda jinê bê zanîn. Ji bo vê ye ku em 437 roje têdikoşin. Ji ber endamtiya sendîkayê zextên li ser me zêde bûn. Jin hedef hatin girtin. Gotin qey em ê bitirsin û biçewisin. Em natirsin. Me zîhncîra tirsê di 10’ê Kanûna 2024’an de bi greva xwe şikand.”
‘Em ê mafên xwe bigirin’
Sînem Kaya bang li jinên di van şert û mercan de dixebitin kir û wiha got: “Beriya grevê tirsa me mezin bû. Fikarên me hebûn. Ji bo me hevjîn, zarokên me ewil bûn. Em jin ewil hezkiriyên xwe difikirin. Ev aliyê me yê qels e. Patron vê dizanin. Me bi zarok û hevjînên me ditirsînin. Lê me ev dît kes ji birçîna namirin. Ewil em ji bo xwe têbikoşin. Em serî hilbidin.Ger ku hebûna jinê bê qebûlkirin em ê mafên xwe bigirin.Em wek karkerên Temel Conda ji roja ewil de ji bo mafê sendîkayê têdikoşin. Sendîka mafekî destura bingehîne. Ji 10’ê Kanûnê deye ji bo em vî mafî bikar tînin em di grvê de ne. Ev têkşîneke rûmetê ye. Em dest ji mafên xwe bernadin. Maseya peymana kar a komî ji 10’ê Kanûna 2024’an de ye amade ye. Ew îmze neyê avêtin grev jî naqede.”
Ji bo 8’ê Adarê bang
Sînem Kaya balkişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî û wiha dawî lê anî: “8’ê Adarê ji bo me ne tenê roja girtina kulîlkan e. Roja jinên berxwedêr, roja keda jinê ye. Em naxwazin 8’ê Adarê ji wateya wê derxînin. Ev têkoşîna hebûnê ye. Em bang li hemû jinan dikin û dibêjin, netirsin, bêdeng nemînin. Hûn ne tenê ne. Dest ji têkoşînê bernedin. Heta daxwazên me pêk bên wê têkoşîna me bidome.







