Ket qonaxa duyemîn: Hêza pêşeng a pêvajoyê jin in

  • 09:03 2 Adar 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku di yekemîn salvgera banga 27’ê Sibatê de pêvajo ketiye ‘qonaxa duyemîn’, lê hîna dewletê gav navêtiye. Arîfe Çinar da zanîn ku entegrasyona demokratîk wê bi pêşengiya jinan bê avakirin.
 
Di ser banga dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an a Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan de salek derbas bû. Di peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd e ‘ji asta negatîf derbsî asta avakirina pozîtîf’ derket pêş û daxuyakirin ku pêvajo ketiye qonaxake nû.
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Arîfe Çinar daxuyakirin ku asta duyemîn wê bi gavên siyasî û hiqûqî pêş bikevin û got hêza pêşeng a veguherîna demokratîk jin in.
 
‘Gavên şênber nehatin avêtin’
 
Arîfe Çinar destnîşan kir ku di salvegera bangê de peyam nivîskî hatiye ragihandin û ev jî encama neavêtina gavên dewletê ye û got: “Ger ku samimiyet û radeyek beramberê hev bihata nîşandan îro wê  Birêz Ocalan bi deng û dîmenê xwe xîtab bikira. Ev rewş jî sammiyet û neavêtina gavan a dewletê nîşan dide.”
 
‘Qonaxa negatîf hat derbaskirin’
 
Arîfe Çinar da zanîn ku ‘qonaxa negatîf’ ya di peyamê de derbas dibe siyaseta înkar û pevçûnê ya 52 salî îfade dike û wiha berdewam kir: “Asta negatîf dema ku siyaseta înkar, asîmîlasyon û pevçûnê serdest bû. Di vê pêvajoyê de berdana çekan û fehskirina rêxistinê girîng bû. Siyaseta demokratîk esas hat girtin. Lê em van gavan di alî dewletê de nabînin. Divê peymaneke civakî ya ku hebûna gelan baweriyan nas dike bê amadekirin.”
 
‘Entegrasyona demokratîk veguherîna komarê ye’
 
Arîfe Çinar ‘entegrasyona demokratîk’ û ‘qanûnên aştiyê’ jî nirxand û daxuyakirin ku komar bi kodên yekparêz hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Entegrasyona demokratîk tê wateya ku di esasa welatîbûna wekhev de hebûna gelan, jinan, baweriyan, nasnameyan bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn. Bi komarê re lihevkirin ne lihevkirina bi polîtîkayên înkarê re ye. Berdana çekan bi tena serê xwe nayê wateya aştiyê. Divê dewlet jî zîhniyetê biguhere. Heta ku veguhertina zîhniyetê nebe çanda demorkatîk jî nayê avakirin.”
 
‘Jin hêza pêşeng a demokratîkbûnê ne’
 
Arîfe Çinar diyar kir ku di peyamê de jin wek hêza pêşeng a pêvajoyê tên pênasekirin û got bi taybet dewleta serdest a mêr di salên dawî de zextên mezin li ser jinan dikin û wiha pê de çû: “Jin tune tên hesibandin. Tundî lê tên kirin. Jin azad nebin civak jî azad nabin. Ev ne tenê dirûşmeyek e ev hîmê veguherînê ya demokratîk e. Di civaka ku jin azad û wekhev bijîn gel jî wê wekhev bijîn. Li Tirkiyeyê demokratîkbûn wê bandorek erênî li aştiya li Rojhilata Navîn jî bike. Pêvajoya salekê girîng e. Em ketin qoxana duyemîn. Divê dewlet gavên şênber bavêje.”