ROJEVA 2'YÊ ADARA 2026'AN
- 09:00 2 Adar 2026
- Rojev
*Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku di yekemîn salvgera banga 27’ê Sibatê de pêvajo ketiye ‘qonaxa duyemîn’, lê hîna dewletê gav navêtiye. Arîfe Çinar da zanîn ku entegrasyona demokratîk wê bi pêşengiya jinan bê avakirin. DÎMEN HEYE
*Jinên bi şîara ‘Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihûnin’ xebatên 8’ê Adarê dimeşînin wiha gotin: “8’ê Adarê ji pîrozbahiyekê wêdetir, banga têkoşîn, sozdayîn û bibîrxistinê ye. Em bi berxwedanê azad dibin, bi azadiyê civaka demokratîk dihûnin.” DÎMEN HEYE
* Ma Musîc ku li dijî polîtîkayên qeyûm qada xwe afirand, 9 sal e zarokan bi ziman û çanda Kurdî re tîne gel hev. DÎMEN HEYE
*Ji 10’ê Kanûna 2024’an heta niha karkerên jin yên Temel Conta ji bo mafên xwe ev 437 roj e di berxwedanê de ne. Jinên karker diyar kirin ku ev ne tenê têkoşîna kar e, têkoşîna azadiya jinê ye jî. DÎMEN HEYE DOSYA
*Nûnera KCDP’ê Rabîa Aksu da zanîn ku tevî biryarên parastin û durxistinê, tevî pêkanînên kelepçeyên elektronîk jin tên qetilkirin û got: “Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran.” DÎMEN HEYE
* Jinên ku çalakiyên 8'ê Adarê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê civatek demokratîk ava dikin" li dar xistin, gotin, "8'ê Adarê ji pîrozbahiyekê wêdetir e; ew bîranînek, sozek û bangek ji bo têkoşînê ye. Bi berxwedanê em azadtir dibin û bi hev re civatek demokratîk ava dikin." DÎMEN HEYE







