PYD’ê banga hevgirtin û parastina Rojava kir

  • 19:57 1 Adar 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Rêxistina PYD'ê li bajarê Çilaxa û herêma Aliyan pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê û peymana 29ˊê Çileya ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de şîrove kirin û diyar kir ku li Rojava girîngî bi hevgirtin û parastina gel heye.
 
Bi armanca şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê nemaze jî yên girêdayî Rojava, rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Roj a bajarê Çilaxa û herêma Aliyan civînek organîze kir.
 
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Rêveber a PYDˊê Hediya Yûsif axivî. Hediya Yûsif diyar kir ku projeya neteweya demokratîk ji destpêka şoreşê ve bû bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan dike.
 
Hediya Yûsif destnîşan kir ku proje di salên borî de rastî êrişên sîstematîk ên Tirkiyeyê hatiye.Hediya Yûsif destnîşan kir ku berxwedana gelên herêmê, bi hemû cihêrengiya xwe, yekitiya neteweyî parast û li hember teror û dagirkeriyê sekinî.
 
Hediya Yûsif wiha dirêjî dayê: “Rêveberiya Xweser ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve hewlên xwe berdewam kirine da ku herêmê ji hewldanên têkbirina projeya neteweya demokratîk, bi rêya lihevkirinên bi hikûmeta demkî re, biparêze. Êrişên li ser Rojava bi piştgiriya derve hatine plankirin û bi armanca derbekirina yekitiya gelên Ereb û Kurd  bûn. Hîna xeterî heye û pêdivî bi aştiya navxweyî û hevgirtina neteweyî ye, ji ber ku yekitî û hevgirtin rêya rûbirûbûna hewldanên derxistina aloziyên nû ye.”
 
Piştre beşdaran nîqaş kir û pirsên xwe der barê lihevkirina 29ˊê Çileyê de kirin. Civîn bi girîngiya yekitiya gel û hevgirtina neteweyî li hember plan û fitneyan bi dawî bû.