Dayikên Aştiyê: Li Kobanê çima hîn dorpêç didome?’

  • 09:04 28 Sibat 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê bertek nîşanê dorpêça Kobanê ya 40 roje didome, dan û wiha gotin: “Madem li hevkirin madem peyman heye ev dorpêç çima didome? Ger bi peymana hatiye kirin aştî pêk bihata wê dorpêç jî bidawî bûna. Ger aştiyê bixwazin divê vê dorpêçê rabikin. Divê hemû cîhan ji bo Kobanê rabe ser piyan.”
 
HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Piştî êrîşan di navbera HSD û HTŞ’ê de di 30’yê Çileyê de agirbest hat îlankirin û peymana entegrasyona demokratîk hat îmzekirin. Tevî îmzekirina peymanê dorpêça Kobanê 40 roj in didome.
 
Dayikên Aştiyê yên Kobanê der barê dorpêç û ambargoyê de ji ajansa me re axivîn.
 
Emîne Alkiş da zanîn ku ji bo Kobanê bi dehan Tir alîkarî ji Amedê derketiye rê lê bi rojan ew alîkarî hatine astengkirin û got: “Di wan TIR’an de derman, şîrê ji bo zarokan hebûn. Zarok ji birçînan, ji sermayê mirin. Divê ev ambargo bê rakirin. Behsa  mafê zarokan tê kirin lê qetilkirina zarokên Kurd normal dibînin. Me got peyman hat îmzekirin, wê ambargo û dorpêç bidawî be. Lê hîna didome. Em van tiştan şermezar dikin. Em HTŞ’ê qebûl nakin. Baweriya me bi kesÎ nemaye. Em bi xwe û gelê xwe bawerin. Bila hemû cîhan rabin ser piyan û dorpêça Kobanê şermezar bike. Madem peyman çêbû çima hîna dorpêç didome. Ez bang li hemû dewletan dikim. Dawî li vê zilmê bînin. Tevî êrîşan gelê me li ser piyane û têkoşîna xwe didomînin.”
 
‘Bila dorpêç bê rakirin’
 
Asya Tay jî axivî û daxuyakirin ku HTŞ îdia dike ku muslimane û wiha pê de çû: “Gelo di vê meha Remezanê de gelê Kobanê nafikirin?Dewletên dibêjin em mafê mirovan diparêzin, çima ji bo zilma li ser Kobanê tiştekî nakin. Dibêjin me peyman îmze kiriye, em mafê mirovan diparêzin. Lê em van nabînin. Kes gelê Rojava naparêze. Bila dorpêç û ambargo bidawî be. Em vê qebûl nakin. Ger bi peymanê aştî pêk bihata wê dorpêça Kobanê rabûna.”
 
‘Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye’
 
Taybet Tatli jî bi lêv kir ku Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye û wiha dirêjî dayê: “HTŞ dibêje bi peymanê aştî pêk aniye. Lê hewcedariyên vê çima nehatine cih. Her derê Kobanê di xwînê de gevizî.  Ger ku dibêjin aştî divê dorpêçê rabikin. Li nexweşxaneyan derman tuneye. Gel nikare xwarinê, avê, nan peyda bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Bila dorpêç û ambargo bê rakirin. Çalakiyên me ji bo vê wê bidome.”
 
 
‘Heta dorpêç hebe aştî ne pêkane’
 
Delîla Atmiş jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em ambargoyê qebûl nakin. Divê derî bên vekirin. Em piştgiriyê didin gelê Kobanê. Zarok tî û birçîne. Divê hemû cîhan ji bo gelê Kobanê rabe ser piyan. Divê çareseriyek bê dîtin. Divê gel û nasname bê naskirin. Heta dorpêç hebe aştî ne pêkane. Divê ev dorpêç demildest bê rakirin.”