ZIWAN-KURD yekmîn kongreya xwe pêk anî

  • 19:10 26 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA – Li Girê Sor ZIWAN-KURD yekemîn kongreya xwe pêk anî.
 
 Li navçeya Girê Sor a Rihayê, Komeleya Pêşxistin û Lêkolînkirina Ziman, Çand û Hunera Kurdî (ZIWAN-KURD) ku bi piştevaniya komunal hat avakirin yekemîn kongreya xwe li avahiya xwe pêk anîn. Pankata ‘Ziman beden e bedena xwe biparêze’ hat taliqqandin û gelek nûnerên pêkhateyên Saziyên Demokratîk û gel tevli bûn.
 
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û polîtîkayên asîmîlasyonê yen li ser ziman hatin nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku divê zimanê dayikê di her qada jiyanê de bê axaftin.
 
Hevserok Sitran Bozkaya û Mazlum Ayata hatin hilbijartin.