Li Hezexê çalakiya 8'ê Adarê

  • 15:24 25 Sibat 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA'yê li Hezexê bi jinan re civîn li dar xist. Jinan cilên neteweyî yên gelêrî li xwe kirin û beşdarî bernameyê bûn.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li navçeya Hezex  a Şirnexê civînek bi jinan re li dar xist. Di civînê de ku li parkek nêzîkî bendava navçeyê hate lidarxistin, jin bi cilên xwe yên gelêrî tevli bûn. Di çalakiyê de pankartek bi nivîsa "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye" hate daliqandin.
 
Jinan li ber sitranên ku gotin govend gerandin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Piştî govendê, jinan porê hev honandin jî dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Bername bi çepik, dirûşim û tilîliyan bi dawî bû.