Rojnamevan Elaha Mohammadî hate girtin
- 16:22 25 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Elaha Mohammadî hate girtin. Hate diyarkirin ku heta niha derbarê hinceta girtina wê de tu agahî nehatine bidestxistin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rojnamevan Elaha Mohammadî îro hate girtin. Hûrguliyên derbarê sedema girtina wê de hê jî nehatin eşkerekirin.
Elaha Mohammadî, beriya niha jî di dema şopandina nûçeyên têkildarî qetilkirina Jîna Emînî de hatibû girtin. Elaha Mohammadî, piştî beşdarî merasîma cenazeyê Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin bû, di 29’ê Îlona 2022’an de hatibû binçavkirin û 17 mehan di girtîgehê de hatibû ragirtin.







