Banga lêpirsîna komkujiyên zarokan hat kirin

  • 14:31 23 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Hevkariya Zarokan a Rojhilatê Kurdistan û Îranê komkujiya zarokan wekî sûc pênase kir û got: “Binçavkirina xwepêşanderan li ser rêgeza netewî nayê qebûlkirin û divê hesab were pirsîn.”
 
Komeleya Hevkariya Zarokan a Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkildarî komkujiyên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de li ser zarokan hatin pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komkujiyên tirsnak ên ku di dema xwepêşandanan de hatîn pêkanîn sûcek ku divê wek berpirs lêpirsîn li gel desthilatê were kirin. Ne tişteke wiha ye ku bi hêsanî were paşguhkirin. Binçavkirina xwepêşanderan li ser rêgeza netewên wan nayê qebûlkirin û divê demildest raweste. Divê ti zarok tenê ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de yan jî ji ber diyarkirina nêrînan xwe, gef lê neyê xwarin yan jî neyê binçavkirin.
 
Derxistina biryara cezayên darvekirinê li dijî xwepêşanderan, binpêkirinek eşkere ya mafê jiyanê ye. Her wiha hebûna hêzên ewlehiyê yên rejîmê di saziyên perwerdeyê de nayê qebûlkirin. Veşartina hejmara mamost, zarok û xwendekarên ku hatine qetilkirin yan jî hatine binçavkirin, beşek ji zexta rasterast û sîstematîke.”
 
Komeleya Hevkariya Zarokan a Rojhilatê Kurdistan û Îranê banga demildest bidawîanîna tundî û binçavkirinên ne yasayî kir û wiha ragihand: “Parastina zarokan berpirsiyariyek mirovî û exlaqî ye ku tu tawîzan qebûl nake. Civatek ku ewlehiya zarokên xwe misoger neke, dê pêşerojek aram nebe.”