'Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê'

  • 13:25 23 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê bang li her kesî kir ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê Şengalê bikeve nava hewldanên dîplomatîk, siyasî û parastinê.
 
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî zext û lîstokên nû yên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê duxayaniyek da.
 
Daxuyaniya KJK'ê  bi vî rengî ye:
 
"Li Cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn em di pêvajoya herî mezin a krîz û kaosê de ne. Rewşa sîstema netewe dewletan ku nikare bê dewamkirin û îflasa cîhana ji du cemseran nîşaneya kûrahî û bingehîniya krîzê ye. Kaos jî ji ber şerê navbera hêzên ku dixwazin statukoya sîstema hegemonîk dewam bike û jinûve dîzayn bike rû da. Ji ber ku pergala navneteweyî ya sîstema hegemonîk li Rojhilata Navîn bi netewe dewletên qirker pêk hatiye, Rojhilata Navîn û Kurdistan a ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin bûye navenda Şerê Cîhanê yê 3'yemîn. Lê belê krîza avanî û guherîna kaosî bi xwe re derfetên pêşketina li ser bingeha erênî jî tîne. Lewma Rojhilata Navîn di kêliya çarenûsê de ye: Ya wê li ser bingeha çareseriya demokratîk a Rêber Apo diyar kiriye çareseriyek esas bê ergirtin, çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkan re bê peydakirin, ya jî wê siyaseta înkarê ya heyî dewam bike û mehkûmî her cûre hilweşînê be.
 
Polîtîkaya ku heta niha tê meşandin ew e ku dewletên mêtinger û hêzên desthilatdar ên xwe dispêrin înkar û îmhayê hewl didin xwe dewam bikin û kaosa li cîhanê jî dixwazin ji bo vê armanca xwe bi kar bînin. Komploya 15'ê Sibatê ya duyemîn ku bi êrişa qirkirinê ya li ser Rojava destpê kir, niha jî bi plana qirkirinê ya li ser Şengalê tê dewamkirin.
 
Şengal li qirkirineke bêmînak a dîrokî rast hat ku bi destê DAÎŞ'ê hate kirin ku amûra dewletên herêmê ye. Lewma her operasyoneke leşkerî ya li ser Şengalê û her hewldana ji bo têkbirina rêveberiya xweser wê bibe êrişa duyemîn a mezin a DAÎŞ'ê. Şengal sembola jinên cîhanê, Kurdan, gelên bindest û baweriyan e. Şengal cihê qirkirin û berxwedanê ye û nêzîkatiya li Şengalê çarenûsa herêmê diyar dike. Destwerdan û êrişeke duyemîn a li ser Şengalê wê bibe qirkirineke nû ya jinê, qirkirineke nû ya Kurdan, qirkirineke nû ya baweriyan.
 
Li ser vê bingehê, bi navê KJK'ê em destpêkê bang li dewleta Iraqê û raya giştî ya demokratîk dikin: Li şûna ku li ser bingeha şerê li hemberî Kurdan bikeve xefika hêzên komploger divê bi gelê Kurd û bawermendên Êzidî re çareserî û aştiyeke stratejîk esas bê girtin û pêkanîn. Hevkariya bi pîlana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan wê bibe desteserkirina îradeya gelên Iraqê. Yekane rêya têkbirina lîstika -tevlîhev bike û bide şerkirin- a hêzên komploger ku li ser civaka Iraqê dimeşîne, misogerkirina hebûna gelê Kurd di nava sîstema îdarî û destûra bingehîn e, naskirina statuya xweser a Şengalê ye.
 
Banga me li gelê me û jinan hemûyan e;
 
Li hemberî êrişên li ser Şengalê, weke ku ji bo Rojava kir divê bi seferberiya yekîtiya neteweyî ya di asta şoreşê de helwestê nîşan bide. Kurd û jin wê careke din qet tine neyê hesibandin, wê tine nebe, wê xwe li bêstatubûnê ranegirin. Ji bilî 'Ya azadî, ya azadî' wê çareseriyeke din ti carî pêk neyê. Em ê nehêlin ku dagirkerî û koletiya li jinên Kurd rewa tê dîtin dubare bibe û bibe çarenûsa welatê me.
 
Em bang li rêxistiniyên jinan û derdorên demokratîk çep hemûyan dikin; ji bo careke din li Şengalê zemîn ji qirkirinê re neyê amadekirin, piştgiriyê bidin gel û jinên Şengalê. Parastina gel û jinên Şengalê û xwerêveberî mafê rewa ye.
 
Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê me yê Şengalê li ser bingeha karên dîplomatîk, siyasî û parastinê bikevin nava liv û tevgerê. Hêza berxwedanê ya gelê me çawa ku heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be."