Ji bo misogerkirina mafên jinan kampanyayekê dest pê kir

  • 13:42 18 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de, dest bi kampanyayeke neteweyî û navneteweyî kir.
 
29 tevger, rêxistin, yekitî û partiyên siyasî yên jinan, îro li Stadyuma 12'yê Adarê ya Qamişloyê, bi amadebûna bi dehan çalakvan, endamên rêxistinên jinan, rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi erebî ji hêla rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna Yûsif û bi suryanî ji hêla emdama Partiya Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: 
 
“Em tevger û rêxistinên jinan li Rojava Kurd, Ereb, Suryan-Asûrî, Ermen û hwd piştrast dikin ku her destkeftiyek ku em îro diparêzin, sozeke dilsoziyê ye ji bo mîrateya wan ku em ê nehêlin ku were windakirin an jî têk biçe.”
 
Ji qadên jina azad bi hêrseke mezin û cesaretek xurt, dema ku em bi giyanekî berxwedanê, ne têkçûnê, nêzîkî Roja Jinan a Navneteweyî (8’ê Adarê) dibin, em ji qadên têkoşînê destpêkirina kampanyayeke mezin a neteweyî û navneteweyî radigihînin da ku têkoşînê di hemû qadan de dijwartir bikin û têkoşînê mezin bikin. Em ji bo mafên xwe lava nakin; berevajî vê, em civaka navneteweyî û hêzên demokratîk li ber berpirsyariyên wan ên dîrokî datînin. Em daxwazên xwe wek mafên ku nayên guftûgokirin û nayên paşxistin, pêşkêş dikin ku ev in:
 
* Parastina aşkera û bêguman a destkeftiyên şoreşa jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriyeyê hatine bidestxistin, di destûra nû de, da ku parastina wan ji zîhniyeta baviksalar, dûrxistin û selefîst ku di dîrokê de hewl daye jinan ji meqamên biryardanê dûr bixe, misoger bike.
 
* Bicîhanîna tevahî  mijarên ku di 30’ê Çileyê de li ser hatiye lihevkirin, misogerkirina temamkirina pêvajoyên entegrasyonê û garantîkirina beşdariya bibandor û serbixwe ya jinan di hemû saziyên leşkerî, siyasî û îdarî de.
 
* Naskirina destûrî ya pergala "hevserokatiyê" û pejirandina kotaya jinan a herî kêm ji sedî 50 di hemû şaxên dewletê û komîteyên nivîsandina destûrê de wek garantiyek wekheviya tevahî.
 
* Têxistina bendeke destûrî ya zelal a pejirandina Fermana Hejmar 13 a der barê parastina mafên zimanî û çandî yên Kurdan de, di heman demê de garantîkirina parastina mafên hemû pêkhate û mezhebên Sûriyeyê û cihêrengiya wan a çandî.
 
* Avakirina komîteyên beşdar ên rastîn bi nûneratiya jinan a berfireh ji bo amadekirina destûreke nû ya demokratîk ku mafên jinan û hemû civakan diparêze û pergaleke demokratîk a nenavendî ava dike.
 
 * Parastina karakter û avaniya bêhempa ya Hêzên Parastina Jinan (YPJ) û bi destûrî naskirina wan wek beşeke bingehîn û yekpare ya pergala parastin û berevaniyê, ji bo teqdîrkirina rola wan a dîrokî di têkbirina terorîzmê û parastina nirxên mirovan de.
 
* Pabendbûna mutleq bi Qanûna Jinan û destkeftiyên mafên qanûnî û sivîl ên bi  destketî re û redkirina bi awayekî kategorîk her qanûnek ku bindestiyê didomîne an jî hewl dide ku rola civakî û siyasî ya jinan kêm bike.
 
* Aşkerakirina çarenûsa winda û windahiyên bi zorê, tavilê hesabpirsîna hemî sûcdarên sûc û binpêkirinên hovane yên li dijî jinan û bicîhanîna prensîbên edaleta veguhêz ji bo misogerkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û pêşîgirtina li bêcezatiyê.
 
* Garantîkirina vegera ewle û dilxwaz a hemû kesên ku ji hundir koçber bûne û kesên ku bi zorê hatine derxistin bo malên xwe bi peydakirina garantiyên navneteweyî ku wan ji tolhildanê diparêzin û debara jiyana wan misoger dikin.
 
* Em bang li civata navneteweyî dikin ku modela rêveberiya xweser û ezmûna pêşeng a jinan di nav wê de wekî modelek neteweyî ji bo çareseriyek berfireh a Sûriyeyê nas bikin, ku veguherînek ber bi Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ve garantî dike.
 
Em vê bangê li hemî tevgerên femînîst û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin: Têkoşîna me ya îro xeta dawîn a parastinê ye ji bo nirxên gerdûnî yên azadiyê li dijî tarîtiya selefîst û îdeolojiya baviksalar. Armancgirtina jinên Sûriyeyê kêrek li dilê demokrasiya gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn hevpeymaniyên jinan xurt bikin û zexta navneteweyî zêde bikin da ku piştrast bikin ku destûra pêşerojê ya Sûriyeyê bi qelemên ku di nav mûreka dûrxistinê û marjînalîzekirina nîvê civakê de hatine şûştin, neyê nivîsandin.”
 
Rêxistinên îmzekar:
 
Kongra Star
Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyeyê
Yekitiya Ewlekariya Jinan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan
Hîlala Zêrîn
Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Kesk a Demokratîk
Yekitiya Parêzerên Cizîrê
Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê
Komeleya Jinên Şawşkayê
Weqfa Jinên Azad li Sûriyeyê
Encûmena Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk
Desthilata Jinan
Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyeyê
Partiya Peymana Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
Encûmena Dadê
Komeleya Balyozan ji bo Kesên Astengdar
Rêxistina Roz ji bo Piştgirî û Hêzdarkirinê
Rêxistina Rêberan a Aştiyê