Li Îranê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
- 13:23 9 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sara Îbrahîmî ku di 8’ê Çileyê de ji hêla artêşa pasdarên Îranê ve hatibû îşkencekirin, jiyana xwe ji dest da. Sara Îbrahîmî tevî gihandina 4 nexweşxaneyan jî yek ji wan tedawîkirina wê qebûl nekiriye û li nexweşxaneya 5’an ya lê hatî tedawîkirin jiyana xwe ji dest daye.
Nasnameyên kesên di protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, tên îşkerekirin.
Di dîmenên 8’ê Çileyê de hatin kişandin lê ji ber nebûna înternetê di 23’yê Çileyê de ji hêla çapemeniyê ve hatin parvekirin de jina bi navê Sara Îbrahîmî ji hêla artêşa pasdarên Îranê ve tê îşkencekirin.
Sara Îbrahîmî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da. Di dîmenan de tê dîtin ku dema Sara Îbrahîmî li erdê ye, endamên artêşa pasdarên Îranê pêhîna lê didin,îşkenceyê lê dikin û bi amûrên tûj li serê wê dixin.
Hat ragihandin ku Sara Îbrahîmî ji ber van birînan di 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman agahiyan Sara Îbrahîmî birine 4 nexweşxaneyan lê tu yek ji wan tedawîkirina wê qebûl nekiriye û li nexweşxaneya 5’an hatiye tedawîkirin û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Rojnameger û nivîskar Paksîma Mojmozî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku Sara Îbrahîmî hatiye qetilkirin û got: “Endamên pasdarên Îranê, Sara Îbrahîmî birin cihekî bi dar û kamera nabînin, li vir bi amûrên tûj li serê wê xistine. Sara Îbrahîmî, ji ber van birînan jiyana xwe ji dest daye.”







