'Şerê taybet li dij berxwedan û nasnameya kolektîf e'
- 09:06 9 Sibat 2026
- Rojane
Roza Metîna
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê, Ayten Kordû bi lêv kir ku ferzkirina fihûşa li Dêrsim û Licê ne tesaduf e, perçeyekî ji polîtîkayên şerê taybet e û wiha got:"Hilbijartina Dêrsim û Licê ji wê rastiyê tê ku ev bajar ji hêla dîrokî ve navendên berxwedan, bawerî û nasnameya kolektîf e. Şerê taybet li dij berxwedan û nasnameya kolektîf in. Hedef ne tenê kes in, êrîşek li ser felsefeya jiyanê ye."
Torên fihûş û hişbirê yên li Dêrsim û Licê hatine eşkerekirin, wêneyekî tirsnak eşkere kir. Di vî wêneyê tirsnak de jin û ciwan bi awayekî sîstematîk dibin hedef. Polîtîkayên fihûş û hişbirê bi êrîş û şêweyên serdestiya pergala serdest a mêran a li ser laşê jinan ve girêdayî ne. Bi vê re jî jin di nav xizanî û bêewlehiyê de asê mane. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê, Ayten Kordû, li ser van polîtîkayên şerê taybet nirxandin kir.
'Fihûş amûra kolekirinê ye'
Ayten Kordû di destpêkê de li ser mijara fihûş û tiryakê wiha got:"Fihûş amûreke kevnar a koletiya jinan e. Ev yek di hemî civakên ji hêla mêran ve serdest in de berbelav e. Ev cureyekî êrîşkariya bi zorê û serdestiya li dijî laşên jinan e. Ev ji hêla pergala mêran ve hatiye pêşxistin. Bikaranîna madeyên hişbirê ji vê zîhniyetê, serbixwe nîne. Şîrovekirina vê rewşê, tenê bi bûyerên sûc ên takekesî an 'rizîna exlaqî' ne sînorkirî ye. Pirsgirêk û sedemên vê yekê di heman demê de pergalek wêranker e. Bi vê girêdayî modernîteya kapîtalîst ne tenê laş lê di heman demê de giyan û hestan jî hedef digire. Bi vê re tê xwestin zirar bigihêje malbat û civakê."
'Şerê taybet li dij berxwedan û nasnameya kolektîf e'
Ayten Kordû bi lêv kir ku ferzkirina fihûşa li Dêrsim û Licê ne tesaduf e û wiha pê de çû:"Hilbijartina Dêrsim û Licê ji wê rastiyê tê ku ev bajar ji hêla dîrokî ve navendên berxwedan, bawerî û nasnameya kolektîf e. Şerê taybet li dij berxwedan û nasnameya kolektîf in. Ji ber vê yekê şerê taybet li van deveran bi awayekî hûrtir û nepenîtir tê meşandin. Ne tesaduf e ku ev yek li herêmek wekî Dêrsimê derdikeve pêş. Ev der bi nirxên xwe yên demokratîk ên bihêz û bîra kevnar, derdikeve pêş. Li Dêrsimê, ji sala 1938'an heta roja îro, jinan tevî komkujî, sirgûn û înkarê jiyan zindî hiştine, her gav bawerî, ziman û têkiliyên xwe yên civakî parastine. Li dijî şîdeta serdestiya mêran, şîdeta dewletê û înkarê, wan her gav şêwazên xwe yên parastina xwe afirandine. Li Licê jî dîsa têkoşîn hatiye pejirandin. Ev polîtîkayên şerê taybet ên jin û civakê hedef digirin, bi piştgiriya dewletê tên meşandin. Armanca van polîtîkayan ew e ku hêza xwerû ya civakê têk bibe û bêparastin bihêle. Di pergala baweriyê ya Dêrsimê de, jiyan pîroz e. Polîtîkayên fihûş û hişbirê rasterast li dijî van nirxan in. Ji ber vê yekê, hedef ne tenê kes in, êrîşek li ser felsefeya wê ya jiyanê ye."
'Dixwazin jinan ji tevgera azadiyê qut bikin'
Ayten Kordû bal bir ser armancên polîtîkayên şerê taybet û wiha dewam kir:"Bê guman, ev sîstema jinan înkar dike, wan wekî cîgirên mêran dibîne û bi awayekî sîstematîk fihûşê, madeyên hişbirê, nemaze li bajarên Kurdan, pêş dixe, di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên ku bi salan e têne meşandin de pêş ketiye. Ev stratejiyek e. Bi vê re dixwazin jinan ji tevgera azadiyê qut bikin û civatek bêhêvî biafirîne. Yek ji armancên sereke yên van polîtîkayana hilweşandina tevna civakî, şikandina hêza rêxistinkirî ya jinan a li Kurdistanê ye. Her wiha dixwazin bi van polîtîkayana jinan lawaz bikin, bêparastin bihêlin, berxwedana wan qels bikin, bîra takekesî û civakî ya ciwan û jinan têk bibin. Torên fihûşê yên ku li Dêrsim û Licê hatine eşkerekirin, polîtîkayên bi zanebûn in. Di heman demê de dixwazin bi van polîtîkayana jin û ciwanan bi sozên kar, xanî, madeyên hişbirê, şantaj û gefan mehkûm bikin. Bikaranîna laşên jinên ku di nav xizaniyê de dorpêçkirî ne û di bêewlehiyê de hatine hiştin, ne tesaduf in. Ev rewş, bi hevdemî bi polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê re pêş dikeve. Dixwazin wijdanê civakê jî birizînin."
'Em ê têkoşînê hîn bêtir berfireh bikin'
Ayten Kordû destnîşan kir ku çeteyên fihûş û tiryakê bi taybet li herêmên Kurdistanê belav dibin û wiha got:"Gelo pêkan e, ev çete bi serê xwe tevbigerin ? Na, zîhniyeteke giştî heye û tê zanîn ev zîhniyet li dijî çeteyan bêdeng dimîne. Ev zîhniyet gumanbaran ji deriyê paşîn berdidin. Ew dixwazin wijdanê civakî û exlaqê civakî hilweşînin. Bi taybetî li Kurdistanê, nebûna kontrola demdirêj a li ser çekên takekesî, bazirganiya hişbirê, fihûşê hêza çeteyan mezin dike. Ev tor bi rêya xemsariya sazûmanî jî mezin dibe. Em wekî tevgera jinên Kurd xwedî ezmûnek girîng in. Em bi hemî jinên li Tirkiyeyê re, têkoşînê berfireh dikin. Berdewamiya rêxistinbûnê forma me ya parastina xwe ye. Tê zanîn tundûtûjî, destdirêjî, tecawiz, îstismara zarokan û komkujî pirsgirêkên avahîsaziyê ne. Ji ber vê yekê, rewşên ku li Dêrsim û Licê derketine holê divê ne tenê ji hêla zagonî ve, lê di heman demê de ji hêla siyasî û avahîsaziyê ve jî werin çareserkirin. Û bê guman, em ê dev ji îdia û daxuyaniyên ku derketine holê bernedin. Em ê wan eşkere bikin û li dij şerê taybet em ê têkoşînê hîn bêtir berfireh bikin."
'Em xebatên hevpar dimeşînin'
Ayten Kordû di heman demê de qala xebatên li dijî polîtîkayên şerê taybet kir û wiha dewam kir:"Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, fihûş û kuştina jinan ji bo me ne tenê mijarek demkî ye. Ev berpirsiyariyek siyasî ya berdewam û piralî ye. Bi rêya pirsên parlementoyê, pêşniyarên lêkolînê û daxuyaniyên çapemeniyê, me hewl da ku berpirsiyariya dewletê eşkere bikin. Lêbelê, girîng e ku were tekezkirin, têkoşîna jinan nikare bi korîdorên Parlamentoyê ve were sînordarkirin. Ji ber vê yekê, me xebata bi tevgera femînîst, komeleyên jinan, înîsiyatîfên herêmî û hemî pêkhateyên civaka sivîl re esas girtiye. Me têkoşînek hevbeş da ku gihîştina jinan a kar, şert û mercên xebatê yên ewle, mafê xanî û mekanîzmayên piştgiriya civakî xurt bikin. Me got divê saziyên giştî yên berpirsiyar di vî warî de şefaf û hesabgir bin. Di heman demê de Peymana Stenbolê destkeftiyek girîng a qanûnî û têkoşînê bû. Vekişîna ji vê peymanê ne bûyerek tesadufî ye lê polîtîkayek bi zanebûn e. Heta qanûnên heyî jî nayên sepandin. Dadwerî li gorî zihniyeta cudakar a desthilatdariya siyasî tevdigere. Di encamê de, têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi 'qedexekirinê' lê di heman demê de bi rakirina sedemên wê yên bingehîn jî gengaz e. Ev di heman demê de têkoşîna zihniyetê ye. Em sazî û qadên jiyanê yên bêtir ava dikin. Li dijî vê dîrok û polîtîkayên qestî û kujer ên ku xizaniyê kûrtir dikin, jinan bi her cure îstismarkirinê qels dikin, em li berxwe didin. Em li her derê xwe birêxistin dikin. Li herêmê, em bi berdewamî li ser planeke xebatê ya hevbeş bi hemî rêxistinan re dixebitin. Bi taybetî, em hewl didin ku înîsiyatîfan ava bikin da ku bi hemî sazî û kesan re li herêmê bi hev re têkoşîna li dijî hişbir û fihûşê bimeşînin. Em xebatên hevpar dimeşînin."
'Di dosyayên Gulistan û Rojînê de xemsarî hene'
Ayten Kordû da zanîn ku doza Gulistan Dokû bi awayekî bi rêk û pêk nehat lêkolînkirin û wiha got:"Doza Gulistan Dokû yek ji mînakên herî berbiçav e. Ev mînak nîşan dide ka sûcên li dijî jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê çawa bi awayekî sîstematîk têne veşartin. Lêpirsînek bi bandor a şeş salan nehat meşandin, berhevkirina delîlan a di wextê xwe de pêk nehat. Ev bi awayekî zelal xemsariya sazûmanî û polîtîkayek bêcezatiyê, nîşan dide. Li bajarekî gelek qereqol û kamerayên çavdêriyê lê hene ev bûyer pêk hat. Doz wekî xwekuştinê hate paşguhkirin. Ev bû sedema tunekirina delîlan jî. Fermana nepenîtiyê ya şeş salan çawa dikare were ravekirin? Niha, zincîrek cidî ya xemsarî û ya veşartinê li ser bingeha hêza siyasî heye. Em ê dev ji şopandina doza Gulistan Dokû bernedin. Îdiayek din jî ew e ku tevî îfadeyên şahidan ên wê serdemê yên derbarê lêdana Gulistanê de, ev îdia bêtir nehatine lêkolînkirin. Gumanbar wê demê karibûye ji welêt derkeve û lêpirsîn bi senaryoyek teng a şaş ve sînordar maye. Em di dosyayên Rojîn Kabaîş û gelek jinên din de jî van îhmalan dibînin. Tê de gelek xemsarî hene. Jin tên kuştin an jî tên windakirin, doz nayên çareserkirin û sûcdar tên parastin. Ev ne tesaduf in. Ev hilbijartinek sîstematîk û siyasî ye. Jin bi zaneyî tên kuştin."
'Gumanbarên sereke nayên cezakirin'
Ayten Kordû diyar kir ku nedîtina Gulistan Dokû jî yek ji parçeyên polîtîkayên şerê taybet e û wiha dewam kir:"Têkoşîna ji bo dîtina Gulistan Dokû yek ji têkoşînên herî bi rûmet û berdewam ên edaletê ye. Malbata Gulistan, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, zanîngeh, gelê Dêrsimê û jin li her derê bi salan e bersiva xwe ya demokratîk nîşan didin. Bi çalakî, kampanyayên hişyarkirina raya giştî daxwaza edaletê zindî dihêlin. Di her fersendê de, jinan ji raya giştî re qêriyane. Wan pirsa, 'Hûn kiryarên qirêj ên kê vedişêrin' kirine. Her wiha jinan daxwaz kirine kesên gumanbar, tevî gumanbarê sereke Zaynal Abrakov, bên girtin. Gumanbarên sereke nayên cezakirin. Mixabin, ev daxwazên rewa gelek caran bi destwerdana polîsan, qedexe û zextê re rû bi rû mane. Kesên ku di dozê de navê wan hatiye dayîn derbarê wan de bi bandor lêkolîn nehatiye kirin. Derbarê wan de, agahdariya birêkûpêk û zelal ji raya giştî re nehatiye dayîn. Ev rewş nîşan dide ku bi polîtîkayên heyî tê xwestin, malbat û civak bên tirsandin. Îro, têkoşîna ji bo Gulistan ne tenê têkoşîna fêrbûna çarenûsa kesekê ye. Ev têkoşîn têkoşîna mafê jiyanê yê jinan, mafê gihîştina edaletê ye. Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û hemû jinên ku hatine windakirin û kuştin ji ber polîtîkayê şerê taybet in. Em ê dev ji têkoşînê bernedin, em ê ji bo jiyaneke azadîxwaz, demokratîk û wekhev a jinan hîn bêtir xwe birêxistin bikin."







