‘Berxwedana ji bo Rojava wê bidome’
- 09:02 5 Sibat 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Hevbedevka DEKUP’ê Hanim Kaya da zanîn ku Rojava emaneta Arîn Mîrkan a ji bo wan e û got: “Kurdan li çar parçeyan belav kirin. Lê Rojava her çar parçeyan tîne gel hev. Zîhniyetên dibêjin teslimiyet wê biser nekevin, bila ji nûve şer nekin dewrê. Ji ber em teslîm nabin. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo Rojava bidomînin.”
HTŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de li dijî Rojava êrîş dan destpêkirin û jiyana hevpar a li Rojava hedef girtin. Piştî berxwedana li dijî êrîşan şûnde di 30’yê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Û HTŞ’ê de agirbest û peymana entegrasyonê hat îmzekirin. Ji destpêka peymanê heta niha bangên divê kes xwe rehet hîs neke, berxwedanê bidomîne, tên kirin û her wiha fikarên ku HTŞ wê peymanê pêk bîne an na hene.
Berdevka Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê (DEKUP) Hanim Kaya der barê berxwedana li her çar alî Kurdistanê û peymana hatiye îmzekirin de axivî.
‘Rojava her çar alî kir yek’
Hanim Kaya da zanîn ku li Rojava di 2014’an de berxwedana li dijî DAIŞ’ê bi serkeftinê encam bûye û got niha HTŞ bi heman armancê qirkirinê pêk tîne û got êrîşên wan dîsa vala hatin derxistin. Hanim Kaya ev tişt anî ziman: “Li dijî êrîşan her çar alî bûn yek dil. Rojava şoreşa jinê ye. Ji ber Rojava li her derê bû kirde. Rojava cihê ku ‘jin jiyan azadî’ lê zindî bûye. Ji ber vê jî çete û hêzên navneteweyî êrîş dikin. Di şexsê Rojava de dixwazin gelê Kurd bêdeng bikin, qir bikin. Lê Bakur, Başûr li Rojava gel bi berxwedanek mezin rabû, yekitî û xwedîderketin derket holê.”
‘Rojava serkeftina gelê Kurd e’
Hanim Kaya di berdewamiyê de anî ziman ku Rojava tenê wek parçeyek axê nirxandin ne rast e û wiha bi lêv kir: “Rojava serkeftina gelê Kurd e. Di 2014’an de li dijî DAIŞ’ê bi pêşengiya jinan têkoşînek mezin hat jiyîn. Rojava sembola berxwedanê ye. Ya îro li dijî Rojava tê kirin komploya navneteweyî ye. Tirkiye û hêzên navneteweyî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Ji bo tunekirina Kurdan plan hat kirin. Kurd hatin qetilkirin, tunehesibandin. Lê tevî vê Kurd tu car bêdeng neman û wê tu carê qirkirina ku dixwazin bikin wê pêk neyê.”
‘Emaneta Arîn Mîrkan e’
Hanim Kaya destnîşan kir ku li dijî teslîmiyetê bi berxwedana li Rojava hatiye pêşxistin destkeftî hatine bidestxistin û wiha got: “Bi pêşengiya jinan li dijî teslîmiyetê li Rojava serkeftin derket holê. Ji berê de ye teslimiyetê li Kurdan ferz dikin. Lê rastiyek wisa heye ku Kurd tu car teslîm nebûn. Ji vir şûnde jî nabe. Rojava emaneta Arîn Mîrkan e. Kurd li çar parçeyan belav kirin. Lê Rojava her çar parçeyan tîne gel hev. Zîhniyetên dibêjin teslimiyet wê biser nekevin, bila ji nûve şer nekin dewrê. Ji ber em teslîm nabin. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo Rojava bidomînin. Em soza xwe ya xwedîderketina li Rojava dubare dikin.”







