Elnaz Şakerduşt ragihand ku xwe ji sînemaya Îranê vekişandiye
- 12:52 3 Sibat 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Elnaz Şakerduşt a ku jê re hat gotin wê Mihrîcana Fîlman a Facr were lidarxistin û wê xelata Sîmûrg bigre got: “Ez ne beşdarî pîrozbahiyek dibim, ne jî di xakeke ku bêhna xwînê jê tê de rol dilîzîm. Ev e rola min a sereke.”
Yek ji lîstikvanên bi nav û deng ên sînemaya Îranê û xwediya xelata Sîmûrg a Krîstal a Mihrîcana Fîlman a Fecr Elnaz Şakerduşt, weke berteka zextên li dijî xwepêşandanên li Îranê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê de parvekirinek kir û diyar kir ku bi fermî ji sînemaya Îranê vekişiyaye.
Di parvekirinê de ev tişt nivîsandin:
“Ez di qonaxek ku bênha xwînê jê tê de êdî tu rol nelîzîm. Ev e rola min a sereke. Bi vî awayî hebûn, ji hezar caran mirinê zortir e...
Depresyona min ewqas kûr bûye ku min xeta di navbera rastî û kabûsê de winda kiriye... Ruhê min nikare vê trajediya dîrokî ya tirsnak û sûcdar tehemul bike... Ez lîstikvan im, ez bi hemû beden, hestî û nefesa xwe fêr bûm karekterên din bijîm lê belê vê carê ez li cihê 40 hezar welatayên xwe mirim...
Li cihê her hezkiriyên xwe, li cihê ferdên malbatê, bi parçebûnê hatim kuştin... Êdî mirovbûn jî ne daxwazak e... Taya min heye...”
Elnaz Şakerduşt di axaftina bi telefonê ya ku jê re gotin wê Mihrîcana Filman a Facr were lidarxistin û dê xelata Sîmûrg bigre bi bîr xist û got: “Ez diqîrim, ez şîna hezkiriyên xwe digrim. Kîjan mihrîcan, kîjan pîrozbahî? Ne ez beşdarî pîrozbahiyek dibim, ne jî di xaka ku bêhna xwînê jê tê de rol bilîzîm. Ev jî rola min a sereke ye.”
Sînemageran mihrîcanê baykot kir
Mihrîcana Fîlman a Fecr a Îranê, di demek ku roj bi tepisandina bi awayek bi xwîn a xwepêşandanan derbas dibin û hejmarek zêde sînemager mihrîcanê boykot dikin de tê lidarxistin.
Di nava fîlmên di mihrîcana Fîlman a Fecr de, fîlma bi navê ‘Arambakhsh’ cih digre. Di vî fîlmî de sînemager Cevad Gencî ku di xwepêşandanên dawî de jiyana xwe ji dest da, weke alîkarê yekem ê derhênerê fîlm cih girtibû.
Derhêneriya fîlm Saîda Zamanyan kiribû, di kadroya lîstikvanan de Elnaz Şakerduşt, Hasan Purşîrazî, Saber Ebr û Behnaz Caferî cih girtibûn.







