Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava daket qadan

  • 16:35 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Rojava re, bi sedan şêniyên Şengalê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gelê Rojava nîşan dan.
 
Bi wesîleya Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Rojava re, ku li seranserê cîhanê çalakî hatin lidarxistin, li Şengalê jî bi sedan kes tevî nûnerên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), serokeşîr û nûnerên pêkhateya Ereb li navenda navçeyê kom bûn.
 
Meş li ber dibistana Zerîfe Osê dest pê kir. Beşdaran wêneyên jin û zarokên ku di êrîşên dawî yên çeteyên girêdayî Şamê û komên din de bûne qurbanî, bilind kirin. Di meşê de bênavber dirûşmên "Şengal û Rojava yek in" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Meş heta çerxerêya Yermûkê berdewam kir û li wir veguherî mîtîngekê.
 
Li ser navê saziyên beşdar daxuyanî hatin dayîn. Cîgirê Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Şengalê, Hecî Mirad, di axaftina xwe de bal kişand ser peywendiyên dîrokî û wiha got: "Em wek hemû pêkhateyên Şengalê îro li vir in da ku nîşan bidin ku em bi her awayî li pişt gelê Rojava ne. Çawa ku wan di rojên herî zehmet de (2014) xwedî li me derketin, îro jî wezîfeya me ye ku em li kêleka wan bin."
 
Endama Koordinasyona TAJÊ Rîham Hesen, diyar kir ku civaka Êzidî ji her kesî bêtir êşa Rojava hîs dike û wiha pê de çû ‘’Hêzên ku îro êrîşî Rojava dikin, bi heman hişmendiya fermanê ya 2014’an tevdigerin. Armanca wan şikandina îradeya azad e ku li Şengal û Rojava hatiye avakirin. Ev êrîş ne tenê karê çeteyên Colanî ne, lê belê bi piştgiriya hêzên navdewletî pêk tên. Lê bila her kes zanibe; tu hêz nikare vîna gelê Rojava bişikîne."
 
Li ser navê serokêşîrên Şengalê jî Hisên Xelî axivî. Xelîl destnîşan kir ku bêdengmayîna li hember van êrîşan nayê qebûlkirin û got: "Em wek eşîrên Şengalê bi her tiştê xwe, bi ciwan û zarokên xwe, amade ne piştgiriyê bidin Rojava. Ev deyneke li ser milê me."