Xelkê Mexmûrê ji bo Roja Piştgiriya Rojava meşiyan

  • 16:34 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşekî girseyî û bi coş 1’ê Sibatê ku weke Roja Piştgiriya ji bo Rojava hatî ragihandin pîroz kir.
 
1’ê Sibatê ku weke roja xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin, li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropayê cihên ku Kurd lê jiyan dikin ev roj bi awayek girseyî pîroz kirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ev roj bi meşekî girseyî û bi coşek mezin pîroz kir.
 
Meşê ji ber bavahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand. Di meşê de bê navber girêdan bûna xwe ya bi xelkê Rojava re anîn ziman û her wiha alên ku wêneyê Rêber Apo li ser, alên KJK, KCK û wêneyên şehîdên Rojava hatin berzkirin.
 
Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY, li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn, di kesayeta şehîdên Rojava de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat giritin. Piştî rêzgirtinê axaftinek ji aliyê Hevşaredarê Wargehê Edban Yilman ve hat kirin.
 
Edban Yilmaz di destpêkê de roja 1’ê Sibatê ku weke roja xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin, li tevahî gelê Rojava û hemû gelê Kurd yê li Kurdistan û cîhanê ku piştgirî dayîn Rojavayê Kursitanê pîroz kir û got: “Bê gûman şoreşa 2011’an ya ku ji Dêrikê heta Dêrezor, Efrîn û Serê Kaniyê bi berxwedanek mezin ya gelê Kurd pêşde çû. Li rûxmê hezaran şehîd bi bedelên giran, koçberî, qirkirin û hemû cûrên êrişan yên ku dewletan li ser pêk dianîn, berxwedanek bê hempa destkeftiyên mezin bi xwe re anîn. Di roja îro de ew destkeftiyên ku bi qasî 14 salanin tên parastin, cîhana ku jêre bêdeng ku roja 1’ê Sibarê weke roja xwedî derketina li Rojava hatî diyarkirin, mixabin ti hêz û ti dewleta li van destkeftiane xwedî derneketin. Wek gelê Kurd li her çar aliyan xwedîderketinek mezin li vê şoreşê hat kirin.”
 
Edban Yilmaz di dawiya axaftinên xwe de bal kişand li ser DAIŞ’ê û wiha peyîvî. “Em dibînin îro hêzên tarî yên ku dixwazin DAIŞ ji nû ve bidin jîn kirin û li ser erdnîgariya Rojava bidin cihkirin bi hemû awayî êriş dikin. Bê gûman êrişên wan heta astekê sekinîne, her çiqas agirbestek hatibe dayîn û peymanek di navbera wan de hatibe mohrkirin jî lê dîsa jî ti bawerî bi van hêzan nayê, ji bo wê jî divê gelê me ji her demê zêdetir xwedî li Rojava xwedî derbikevin. Rojava bi sekin û berxwedêriya xwe, her wiha yekîtiya gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê da nûkirin û rûhê yekîtiyê hîn da xurtkirin. Pêwîste demildest ew hêzên weke garantor erk bigirin ser milên xwe û ew dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Êdî gelê li Bakûr, Başur, Rojhilat û Rojava bûye yek, bi rûhê yekîtiya gelê Kobanê yekîtiya gelê Kurd çêbûye û divê ji îro û şûnde em vê yekîtiyê hîn xurtir bikin. Ji ber ku qedera gelê Kurd hemû yeke, dijminê ku êriş dike nabêje ev Rojavaye yan Başure yan Rojhilat û Bakûre, her Kurdekê ji bo xwe xeterî dibîne. Ji bo vê jî divê gelê Kurd li beranberî vê hişmendiyê yekîtiya xwe çêbike û li şoreşa Rojava xwedî derbikeve. Li ser vî bingehî em weke Xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî roja 1’ê Sibatê roja xwedîderketina li Rojava ji dil û can silav dikin.”