Înîsiyatîfa Hêvî hate damezrandin

  • 14:15 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên Înîsiyatîfa Hêvî konferansek hate lidarxistin.
 
Înîsiyatîfa Hêvî di konferansek li bajarê Zurich ê Swîsreyê de bi fermî damezrandina xwe ragihand. Înîsiyatîfa ku ji ciwanên Kurd ên li dîasporayê ji dayik bûne an jî di temenê biçûk de hatine Ewropayê pêk tê, armanc dike ku li dîasporayê di têkoşîna azadî û naskirina fermî ya gelê Kurd de pêşeng be.
 
Parlamentera Partiya Civaka Demokratîk a Zurihê Goltun, di konferansê de axivî û destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Hêvî ji bo hemû ciwanan hêvî çêdike.
 
Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah, di peyamek bi dîmen de silav li înîsiyatîfê kir û diyar kir ku rihê hevpar ê Kurdistanê bi berxwedana Rojava re xurt bûye û behsa girîngiya hevgirtinê ya li Ewropayê kir.
 
Di peyamên ku ji aliyê Gokhan Kaçmaz li ser navê DEM Partiyê û Amir Kerîmî li ser navê PJAK’ê ve hatine şandin de jî hate gotin ku di têkoşîna azadî û nasnameyê de Hêvî gavek girîng e.
 
Çalakî bi tevlîbûneke mezin ji ciwanên Kurd û Swîsreyê pêk hat. Înîsiyatîfa Hêvî rêveberiya xwe ya ji heft kesan pêk tê diyar kir û got ku ew ê ji bo naskirina Kurdên li Swîsreyê wekî "Kurd" û "Kurdistanî" di belgeyên fermî yên nasnameyê de têkoşîna xwe bidomînin.
 
Konferans bi pirs û bersivan û resepsiyonekê bi dawî bû. Înîsiyatîfa Hêvî, bang li hemû ciwanên Kurd ên li Swîsreyê dijîn kir ku tevlî xebatên wan bibin.