Yildiz Çetîn a TJA’yî: Bi birîna wî porî hûn nikarin jinan tune bikin
- 09:05 1 Sibat 2026
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Yildiz Çetîn ya TJA’yî der barê êrîşên li ser Rojava axivî û got: “Kobanê bi rojane di dorpêçê de ye. Şer, mirin û rondik tiştekî nade qezenckirin. Jinên Kurd dîrok nivîsîn û porê me sembola me ye. Hûn bi birîna wî porî nikarin jinan tune bikin.”
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û gelê Kurd li her derê li dijî êrîşan bertek nîşan didin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Yildiz Çetîn der barê geşedanan de axivî.
Yildiz Çetîn got Kurdan bedelên giran dane û ji bo axa xwe biparêzin li dijî çeteyê DAIŞ’ê têkoşînek mezin dane û got: “Ev têkoşîn gihişt serkeftinê. Di demên dawî de ji bo aştiyê hêvî hebû. Lê di dawî de bi destê hêzên emperyalîst li herêmê şer ji nû ve derket. Niha Rojava û bi taybet bajarê wê Kobanê di bin dorpêçê de ye. Zarok dimirin, her cureyê xurekê hatiye birîn. Hemû cîhan bêdenge. Ev tişta tê jiyîn drama mirovahiyê ye û nikare bê qebûlkirin.”
‘Li gorî nîjad û civakan deng derxistin şaş e’
Yildiz Çetîn balkişand ser cotstandardiya cîhanê û got: “Bertekên li dijî êrîşên li ser Fîlîstînê hatin nîşandan li dijî êrîşên li ser Kurdan û Rojava nehat derxistin. Bêdengiya cîhanê rewşeke bi êş e. Yên li dijî vê zilmê deng dernaxin şeytanê bê zimane. Di ol de wisa tê gotin. Li wir jin zarok tên qetilkirin, dimirin.”
‘Kurd li her derê li ser piyane’
Yildiz Çetîn daxuyakirin ku gelê Kurd bi salan helwestek hevpar nîşan nedane û berteka hevpar a îro derketiye holê girîng û watedar e û got: “Rewşa li Rojava nikare bê qebûlkirin. Li her çar alî cîhanê Kurd li dijî rewşê li sre piyane û ev tiştekî başe. Ev di alî yekitiya neteweyî de girîng û seknek watedare. Pêşengiya van bertekên demokratîk jin dikin. Gel bêdeng nemaye. Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye û mirov ji ber rewşa heyî bi fikarin. Em naxwazin êdî mirov bimirin, dayik bigirin. Divê ev xwîn raweste. Divê li welatê me pêvajo sabote nebe û gavên rast bên avêtin.”
‘Bi birîna wî porî hûn nikarin jinan tune bikin’
Yildiz Çetîn daxuyakirin ku rola jinan a di berxwedana li Rojava de gelek girînge û wiha got: “Herî dawî porê hevaleke jin hat birîn û ev çavsoriyek mezine. Ev nayê qebûlkirin. Em jinên Kurd ji zarokatiya xwe debi çanda xwe mezin bûne. Ew kezî sembola me ye, sembola jinane. Jinên kezî hûnandin şoreşa Rojava pêk anîn. Bêtehemulî li ser wî kezî derket holê. Lê ew nikarin bi birîna wî porî jinan tune bikin. Divê êdî jin nemirin. Di şer de jin hedef tên girtin. Li her derê jin hedef tên girtin. Jin û zarok dimirin. Şer ne raste, tiştekî nade qezenckirin. Me her tim daxwaza aştiyê anî ziman. Emê ji vir şûnde jî wisa bikin.Ya li ser Kurdan tê kirin pratîka çeteyê çavsor e.”







