'Hikûmeta Şamê pir rengiyê qebûl nake û êrîş dike'
- 09:02 1 Sibat 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
QAMIŞLO - Parêzer Rozîv Kino anî ziman ku hikumeta Şamê pir rengiyê qebul nake û got, "Vê hikûmetê despêkê êrîşî pêkhateyên Elewî û Durzî kir, niha jî gelê Kurd di qirkirinê re derbas dike. Divê Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî sûcên şer ên vê hikûmetê bikevin tevgerê, van sûcan tespît bikin û lêpirsînek li dijî vê hikûmeta veguhêz bê destpêkirin."
Di avabûna xwe heta niha dewleta Sûriyiyeyê Kurdan wek biyanî bi nav dike û wek hemwelatiyê xwe nabîne û nasname nedayê. Bi gelemperî Kurdên ku li rojavayê Kurdistanê bûn nasname ji wan re nehatibû dayîn û mafê wan her dihat binpêkirin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an re li Rojava gelê Kurd ev rewş guhert û qadên xwe yên maf û jiyanê avakirin. 14 sal in li Rojava gelê Kurd, Erep, Ermen, Suryan bi hev re li ser Hevpeymana Civakî bi pêvanên wekhev dijîn.
Piştî hilweşîna pergala Sûriyeyê û hatina Colanî ya Şamê re êrîşên li ser pêkhateyên cuda û bi taybet jî yên li ser gelê Kurd berdewam kirin. Li Şûna pergala Sûriyeyê yeke cuda nehat avakirin û tenê navê wê hat guhertin. Colanî bêyî ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de mayîn de bike êrîş û dorpêçê li ser Kurdan ferz dike.
Li ser maf û hebûna Kurdan a di destûra bingehîn a Sûriye de û êrîşên li ser Rojava parêzer Rozîv Kino axifî.
Parêzer Rozîv Kino diyar kir ku niha Sûriye bi hikumetek demkî tê rêvebirin, di heman demê de di qonaxek guherînê de ye û wiha lê zêde kir, " Li şuna ku ew qonaxa guhertinê bi siyasetê bê guhertin bi hêza çekê yanî bi hêza leşkerî tê guhertin. Komên cîhadîst ên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê despêkê êrîşî pêkhateyên Elewî û Durzî kirin, niha jî gelê Kurd di qirkirinê re tê derbaskirin.."
'Hikûmeta Şamê pir rengiyê qebûl nake'
Parêzer Rozîv Kino anî ziman ku hikumeta Şamê pir rengiya pêkhateyên Sûriyeyê qebul nake, êrîş dike û wiha domand: " Êrîşên li ser pêkhateyên Elewî, Durzî û niha jî yên li ser gele Kurd tên kirin qirkirin e, ne qebul kirina pêkhateyan e. Bi êrîşên li ser taxên Şexmeqsud û Eşrefiyê re heta dorpêça li ser bajarê Kobanê em dibinin ku li hemberî gele me qirkirin pêk tê."
'Divê saziyên mafên mirovan sucên şer belge bikin'
Rozîv Kino anî ziman ku niha li Rojava qirkirina neteweya gele Kurd pêk tê û wiha got: " Qirkirina neteweyan sucê şer e. Li Rojava gelek binpêkirin hatin kirin, li gor qanûnan divê ev kesên ku kiryarên dermirovî kirine werin cezakirin. Divê dezgehên mafên mirovan û yên hiquqî werin wan sucan belge bikin, bi çavên xwe wan kiryara bibînin û li gorî qanûnan tevbigerin. Divê Neteweyên Yekbuyî (NY) bi lez di derbarê hikumeta demkî ya Şamê de lêpîrsînê veke. Divê di destûra bingehîn de mafên gelê Kurd bên qebûlkirin. "
'Divê herkes piştgiriyê bide Rojava'
Rozîv Kino di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo parastina mafên pêkhateyan divê her kes têkeve nava tevgerê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Ji bo Sûriyeyek demokratîk divê herkes bikeve tevgerê. Hikumeta Şamê ne qanun ne jî rêzikan nas dike. Niha êrîş û derpêça li ser Rojava nişan dide ku qanun nîne. Ji bo ew rewşa aloz bi dawî bibe û ji bo parastina Rojava divê herkes denge xwe bilind bike."







