Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Doku pirsîn
- 15:38 31 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan, li Amed, Colemêrg û Elihê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Gulistan Doku û Bedrî Alagam pirsîn.
Li Amed, Colemêrg û Elihê, Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Doku û Bedrî Alagam pirsîn.
Amed
Xizmên Windayan û Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 886’emîn de çalakiya xwe ya heftane domandin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hate rakirin. Xizmên Windayan, nûnerên saziyên sivîl û Rêveberên İHD'ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya hefteya 886'emîn de aqubeta Bedrî Alagam ê ku herî dawî li navçeya Sûra Amedê di Kanûna 1995’an de hatiye windakirin hat pirsîn.
Sekreterê ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz anî ziman ku heya windayê dawî tê dîtin ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û ev tişt gotin: “Çi astengiya ji me re derxin, çi dikin bila bikin 30 sal e em li vir in, em naçin jî. Heya winda neyên dîtin em destê xizmên xwe bernadin. Birîna me birîneke kûr e, xedar e. Bila baş bê zanîn heya windayê me yê dawî neyê dîtin em ê doza wan, aqubeta wan bipirsin.
Endamê ÎHDê ya Şaxa Amedê Yahya Polat çîroka windabûyina Bedrî Alagam xwend û anî ziman ku Bedrî Alagamê bavê 4 zarokan eji ber ku cerdevaniyê qebûl nake di sala 1990 da ji gundê Gomanê koçî Amedê dike û ev tişt gotin: “Bedrî Alagam li nêzî bazara mastfiroşê kargeha qiratxanê dixebitî. Di 25’ê Kanûna sala 1995’da li nêzî kargeha xwe kesê bi navê Olcay dibîne ku bi çekê hatiye birîndarkirin. Piştî ku polîs tên cîhê buyerê; Alî Gunbay,Seyfetîn Gunbay û Mesûdê ku paşnavê wî ne diyare binçav dikin. Di heman rojê saet di 10'an de polîs Bedrî Alagam jî binçav dikin û piştre wî berdidin. Êvarê dîsa polîs tên û pirsan ji Bedrî Alagam dikin. Di heman şevê saet di 22.30’an da dîsa polîs wî binçav dikin. Xebatkarê wî yê bi navê Abdulrezzak Gungormuş agahiyê dide malbata wî. Ji ber wê buyerê, leşker di nava rojê de diçin gundê Şimşimê ya Hezro yê. Ferîd Akçe û Garîp Eker jî binçav dikin. Ji ber ku Ferîd Akçe cerdevane êvarê tê berdan. Malbata Bedrî Alagam, bi daxwazname kê serî li muduriyeta ewlehiyê dide. Di bersîvê de divên “me Bedrî Alagam berdaye" û daxwaznameya wan nakin kirariyê.”
Yahya Polat diyar kir ku piştî 6 rojên ser buyerê ji xeynî Bedrî, 4 kesan derdixin dozgeriyê ofîsê û wiha bi lêv kir: “Seyfetîn Gunbey û Mesûd jî tên girtin. Alî Gunbey û Garîp Eker tên berdan. Malbata Bedrî Alagam bi wan re hevdîtinê çêdike. Alî û Garîp dibêjin 'Em û Bedrî li heman derê di binçav de bûn. Ji ber îşkenceya zêde rewşa Bedrî xerab bû û ew ji me veqetandin. Malbata Bedrî Alagam di 27'ê Sibata 1995'an de serî li Komeleya Mafên Mirovan a Amedê didin û alîkariyê daxwaz dikin. Saziya me jî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ê dide. Parêzerên saziya me di lêkolîna xwe de rastî binçav kirina nivîsa Bedrî Alagam tên, lê belê rastî berdana nivîsa Bedrî Alagam nayê û nabînin. Jê pê re, parêzer di lêkolînê de binçav girtina Bedrî Alagam di haziriya tehqiqeta Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de navê wî heye û paşê dibînin di navnivîsa de, ser navê wî hatiye xêzkirin. Malbata Bedrî Alagam di 27’ê Sibata 1995’an de serî li ÎHD a Amedê didin û alîkariyê daxwaz dikin. Saziya me jî serî li DMME'ê dide. Parêzerên saziya me di lêkolîna xwe de rastî binçav girtina nivîsa Bedrî Alagam tên, lê belê rastî berdana nivîsa navê Bedrî Alagam nayê û nabînin. Jê pê re, parêzer di lêkolînê de binçav girtina Bedrî Alagam di haziriya tehqiqeta DGMê de navê wî heye û paşê dibînin di navnivîsa da,ser navê wî hatiye xêzkirin. Piştî van geşedanan malbata Alagam serî li AİHM ê dide û heta îro agahiyek ji Bedrî Alagam ne hatiye girtin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya bi deqeyekê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn û di hefteya 722’yemîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda werin dîtin û kujerên wan bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê vê hefteyê aqûbeta Gulistan Dokû ya ku di 5ê Çileya 2020an de hatibû windakirin pirsîn. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê, parastvanên mafên mirovan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin rakirin. Metna çapemeniyê Endama ÎHD’ê Sohbet Arslan xwend.
Sohbet Arslan anî ziman ku 6 sal li ser windabûna Gulistan Dokû ya 21 salî re derbas bûn û wiha got: “Gulistan Dokû xwendekara sala duyemîn Zanîngeha Dêrsimê bû ku ji 5'ê Çeleya 2020’an ve winda ye û hê jî tu agahî jê nahetiye girtin. Lêpirsîna ku ji hela Serdozgeriya Komarê ya Tûnceliyê ve hatiye destpêkirin li ser îhtîmala xwekuştinê disekine. Lêgerîna ku ji 7'ê Çileyê ve li gola bendavê dest pê kir, heta 23'yê Mijdarê bi navber berdewam dikir. Lê tu encam nehatin bidestxistin. Buroya Sûc ragihand ku li Pira Dînarê tu tişt nehatiye avatên.”
Di dawiya axaftina xwe de Sohbet Arslan da zanîn ku ji bo Gulistan Dokû were dîtin gelek hewldan pêk anîne û wiha got: “Heta îfadeya Zaynal Abakarov ku gumanbarê sereke yê windabûna Gulistan tenê çend roj piştî bûyerê û piştî nerazîbûna raya giştî hatiye girtin û paşê ew hatiye berdan. Berî ku lêpirsîn biqede di 7'ê Adara 2020'an de doz li Aygul Doku ya xwişka Gulistan Dokûyê derbarê gumanbarê sereke Zaynal Abakarov, bi tohmeta “zirardayîna milkê” hatiye vekirin.”
Daxuyanî piştî deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 212’yemîn de li Kolana Hunerê ya Geverê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin. Xizmên Windayan aqûbeta Bedrî Alagam ê k udi 25’ê Çileyê de dema binçavkirinê de hatibû windakirin, pirsîn. Çîroka Alagam, ji aliyê Hevseroka ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hate xwendin.







