Ciwanên karwanê gelan: Parastina nirxên li Rojava berpirsyariya me ye
- 09:08 31 Çile 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Ciwanên Karwanê Gelan ku li dijî êrîşên li ser Rojava ketin rê wiha gotin: “Rojava çawa di parastina cewherî de be em jî di parastinê de ne. Dewlet bêdeng in lê gel li ser piyan e. Em ê ji ser dewletên xwe zextan bikin.”
Caravan Peoples (Karwana gelan) ku bi armanca piştevaniya bi Şoreşa Rojava re ji ji şoreşgerên cuda yên cîhanê ava bû, gihişt Stenbolê. Karo Sommer û Maya Zebst yên di karwanê de cih digirin diyar kirin ku divê modela azadiya jinê û civakî ya li Rojava bê parastin û gotin wê li welatên xwe jî zextanli ser dewletan bikin.
‘Ciwanên Rojava’
Karo Sommer ya li Almanyayê di rêxistinên ciwanan de cih digirin, diyar kir ku bi taybet ji ber êrîşên li ser Rojava ku têkoşîna azadiya jinê dide, tevli Karwana Gelan bûye. Karo Sommer daxuyakirin ku divê civak û ciwan esas bên girtin û wiha got: “Ciwan ji civakê ne cudane. Heta divê ciwan bibin pêşengê civakê û organîze bikin. Me tevgera civakî ji tevgerê fêr kir. Em hewl didin bala ciwanan bikşînin ser vê mijarê û em modela Rojava girîng dibînin. Tevgerek civakî û ciwanan rol digire. Heman demê de jin pêşengin. Her çiqas bê xwestin civaka Rojava bê şikestin jî gelê li wir xwedî li nirxên xwe derdikeve û her tim bi civakî tevdigerin. Em dikarin vê li Almanyayê jî wek mînak bigirin.”
‘Xebat ji Karwana gel pêkan nîne’
Karo Sommer daxuyakirin ku dema Karawana Gel derketiye rê her tim bi malbatên xwe re di têkiliyê de bûne û her dema wê di çapemeniya civakî de parvekirine û wiha dirêjî dayê: “Em vê pêvajoyê tenê ji karwanê sînor nabînin. Em vê berfireh digirin dest. Her kes tevli vê ye. Tecrubeyên li Rojava bandor li me jî dikin. Dema em şûnde vegerin em dixwazin van tecrubeyan ragîhinin. Çûyîn û hatin wê neqede. Em her yek parçeyek vê pêvajoyê ne. Em li Almanyayê bi partiyan re di têkiliyê de ne.”
‘Em ê zextan li dewletan bikin’
Karo Sommer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li Almanyayê mafên demokratîk her diçin kêm dibin û ji her aliyê ciwanan digirin leşkeriyê û wiha got: “Divê em wek civak rabin ser piyan. Partî li derveyê welat dibêjin em demokrasiyê diparêzin. Lê di polîtîkaya hundir de ne wisa ne. Em dixwazin tiştên ji derve re dibêjin bînin cih.”
‘Dewlet bêdeng in gel li ser piyan e’
Maya Zerbst ku li Almanyayê di koma ekolojiyê de cih digire got di pêvajoya êrîşên li ser Rojava de tevli Karwana Gel bûne û got ew Rojava pêşeng dibînin. Maya Zerbst wiha bi lêv kir: “Li Rojava nirxên mirovahiyê tên parastin. Em ji bo demek kurt bên vir jî dema em vegerin em dixazin her kes tevli vê pêvajoyê bibe.Li gorî pêvajoya 2014-2015’an dewlet hîn bêtir bêdeng in. Lê em gel hîn zêdetir li ser piyan e.”
‘Çawa Rojava di de ye em jî di parastinê de ne’
Maya Zebsts di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Meş û çalakî zêdetir zextan li dewletan dikin. Partî û saziyên civakî jî tevli van çalakiyan dibin. Bi vî awayî civak zêdetir radibin ser piyan. Sazî bang li dewletan dikin. Şoreşa Rojava dibin êrîşan de ne. Ji ber vê girînge ku em civakan rakin ser piyan. Rojava çawa di parastinê de be em jî di parastinê de ne. Karwana Gelan ne tenê ji bo piştevaniyê, ji bo berpirsyariyê jî derketiye rê. Em wek enternasyonalîstan xwe di parastina nirxên Rojava de berpirs dibînin. Piranî kesên tevil karwanê bûne welatiyên Ewropyaê ne. Em dikarin zextê li welatê xwe bikin. Em ê vê hîn bêtir bikin rojeva xwe.”







