Li Rojhlata Navîn tecrube û mînakên dîrokî - Beşa yekemîn (1)
- 09:03 30 Çile 2026
- Jineolojî
"Di sedsala 19’an de fikrên sosyalîst pêş ketin di sedsala 20’an de bi bandora Şoreşa Sovyetan bandor li Rojhilta Navîn bû. Di vê pêvajoyê de bi pêşengiya kedkar û karkeran partiyên sosyalîst û çep hatin avakirin. Li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye, Cezayîr, Urdun, Lubnan, Fîlîstîn û Kurdistanê rêxistinên nû derketin holê. Armanca van partiyan ev ku li dijî emperyalîzmê di nava piştevaniyê de têbikoşin. Ji ber vê reforma çandiniyê wek alava têkoşînê hatiye dîtin lê di mijara azadiya jinê de eleqeya teorîk û pratîk a hewce nehatiye nîşandan."
Gelawej Şarbajar
Wergera ji Soranî: Komuna wergerê
Dema sosyalizma reel gihişt Rojhilata Navîn, herêm bi pirsgirêkên civakî û siyasî re rû bi rû bû. Di sedsala 19’an de fikrên sosyalîst pêş ketin di sedsala 20’an de bi bandora Şoreşa Sovyetan bandor li Rojhilta Navîn bû. Di vê pêvajoyê de bi pêşengiya kedkar û karkeran partiyên sosyalîst û çep hatin avakirin. Li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye, Cezayîr, Urdun, Lubnan, Fîlîstîn û Kurdistanê rêxistinên nû derketin holê. Armanca van partiyan ev ku li dijî emperyalîzmê di nava piştevaniyê de têbikoşin. Ji ber vê reforma çandiniyê wek alava têkoşînê hatiye dîtin lê di mijara azadiya jinê de eleqeya teorîk û pratîk a hewce nehatiye nîşandan. Der barê mijara Fîlîstînê de lêgerînên çareseriya demokratîk bê rojevê jî piranî li ser tifaqên sosyalîst yên navbera dewletan de sekinîne.
Iraq
Partiya Komunust a Iraqê di 1934’an de bi navê ‘Hîzbî Şuî Îraqî’ hat avakirin. Di salên 1940’î de partiya di bin pêşengiya Fehed Yoldaş yê ji Bexdayê hat pêşketinek cidî jiya. Pêşengên Kurd di partiyê de rolên girîng lîstin. Kesên wek Ezîz Mihemed û Badin Nur serokatiya partiyê kirine û bandor kirine.Partiyê di 1953’an de ji avabûna Yekitiya Jinên Iraqê re pêşengî kir. Ji bo rêveberiya wê jî Nazîha al-Dulaîmî ya xwedî nasnameya Ereb-Sunî anîn. Di 14’ê Tîrmeha 1958’an de bi şoreşa ku Ebdilkerîm Qasim pêk anî re Nezîha wek wezîr hatiye tayînkirin û li Iraqê yekem wezîra jin e. Di 1961’ê de partiyê bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) re li dijî Abdulkerîm Qasim tevli hewldana darbyê bûye û vê çalakiyê di civakê de bandora komunîst qels kiriye. Lê derfetên ji bo tevlibûna jinan a têkoşîna siyaî wê demê erênî hat dîtin. Endama partiyê Ayşe Gul, dema li Hewl3er û Koysancak xebatên rêxistinê dimeşand hat girtin û di 1988’an de ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin. Partiyê di navbera 1976-1979’an de bi hikûmeta Iraqê re peyama tifaqa stratejîk îmze kiriye, ev tifaq bûye sedema darvekirina kadroyên lîder. Vê pêvajoyê baweriya civakê ya bi partiyê hejandiye. Partiya Baas, bi tundiya xwe ya li ser civaka Iraqê dihat zanîn. Partiya Komunust ji 2005’an şûnde di parlamentoya Iraqê de cih bigire jî piştgiriya wan ya civakî qels maye.
Di 1993’an de partî li du beşan veqetiyaye; Partiya Komunust a Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê. Endamên Kurd diyar kirin ku Kurd di bin navê komunîzmê de tê asîmîlekirin û heman salê partiya Karkeran a Serbixwe ya Kurdistanê hatiye vakirin. Piştî salên 1980’ê li Kurdistanê tevgera cotkar û karkeran xwe daye der û heta li hinek gundan li dijî axayan çalakî pêk hatine..( Rustem Cudi, Rojhilata Navîn)
Li Başurê Kurdistanê rêxistinbûnên Marksîst
Li Başûrê Kurdistanê tevgerên Marksîst derketine holê. Yek ji van Komeleya Ciwanên Marksîst Lenînîst ya di salên 1970’ê de hatiye avakirinê ye.Rêxistinê piştre navê xwe wek Komeleya Enternasyonalîst a Kedê guheriye. Nava endamên wê de Xalê Şahab, Cafer Enwer, Leyla Qasilm jî hebûn.Leyla Qasim beriya ji aliyê Saddam Huseyîn ve bê darvekirin, pêşniyara ‘xwe bide efûkirin’ wiha dibersivîne: “Ez xwe dadim efûkirin. Min wisa bikira minê ne ji dagirkeran ji gelê xwe bixwestana. Temenê min kurt bû, min dixwest ji gelê xwe re zêdetir xizmetê bikim.”
Ş.Aram û Dr Sîrwan ku sekreterê komeleyê bûn, di alî perwerda kadro û formasyona siyasî de bandorên erênî kirine. Lê rêxistin bi demê re ji rêgezan dur ketiye û di partiyên klasîk de heliyane. Dr. Sîrwan ku piştre tevli PKK’ê bû, di 1996’an de encama komploya PDK’ê de jiyana xwe ji dest da.
Vê demê de rêxistinên sosyalîst yên cuda pêş ketine. Jinan di van rêxistinan de cih girtine. Dayê Gulê û Dayê Emîne yên ji Qeladizê di nava endamên partiyên sosyalîst de cih girtine. Piştî komkujiya Qeladizê ya1974’an pêk hat şûnde , di 1982’an de çalakiyek bîranînê hat kirin. Piştî çalakiyê Dayika Emîne hatiye darvekirin û Dayika Gulê jî dîl hatiye girtin. Di 1989’an de Dayika Gulê û Emne Sureke hatin darvekirin.
Piranî tecrubyeên partiyên komunîst û sosyalîst yên herêmê negihiştine asteke sazîbûnê. Ji ber vê jî di alî îdeolojîk de marjînal bûne û bandora xwe winda kirine. Partiya komunîst a Kurdistanê di alî girseyî de qelse û xet her diçe nêzî PDK’ê dibe.
Îran
Di 1941’ê de li îranê bi navê TUDEH Partiya Komunîst a Îranê hatiye avakirin. Jin û mêrên Azerî, Kurd û Fars di partiyê cih girtine. Heta Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an ev rêxistin bi bandor bû û ji bo tevlibûna jin û ciwanên şoreşger tevli kadroyan bibin xebatên girîng meşandine. Kadro û sempatîzanên TUDEH’ê nûnerên girîng yên enterlîjansiyana Îranê ne. Lê di dema Şah Riza de bi taybet li hember jinên endam îşkenceyên hovane hatine kirin. Di dema Komara îslamî ya Îranê de jî di 1988’an de gelek endamên TUDEH’ê hatine darvekirin. Tevî hemû zextan partiyê çandeke berxwedanê ya dem dirêj ava kiriye.
Di vê demê de rêxistineke din ya Çirike Fedaî(Gerîlayên Fedayî) di 1973’an de hatiye avakirin û di qada siyasî ya îranê de bûye modelek rêxistinê ya bi bandor. Di 1968’an de bi bandora global a tevgera ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê bi navê Komala rêxistinek çep hatiye avakirin. Damezrînerên rêxistinê Fuad Mistefa Sultanî û Mihemed Hesen Kerîmî ne. Her du jî ji şoreşa ciwanên cîhanê ya nifşê 1968’an bi bandor bûne ev rêxistin ava kirine.
Yek ji şoreşgerên jin yên di serhildana Komala de cih girtine Mesture Şaswariy, bi navê din Tavar e. Di 1981’ê de ji aliyê dewleta Îslamî ya Îranê ve hatiye darvekirin. Di vê demê de em dikarin behsa çîroka du sempatîzanên ku fikrên sosyalîst esas digirin Nesrîn û Şehla bikin. Ev xwişkên ku sempatîzanê Komala bûn, di 1980’ê de hatine darvekirin. Piştî biryara darvekirinê daxwaza wan ya dawî tê pirsîn û Şehla dibêje ‘Ewil min darve bikin, ez naxwazim darvekirina xwişka xwe bibînim.’ Rejîmê ji nêzîkatiya xwe tolgirtinê venegeriyaye û ewil Nesrîn darve kiriye. Çîrokên wisa gelek zêde ne û ev jî helweta rejîmê ya li dijî jinên şoreşger nîşan dide.. (Rustem Cudi, Rojhilata Navîn)
Fîlîstîn
Di 1969’an de bi pêşengiya George Habaş Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê(FHKC) hatiye avakirin. Rêxistina di xeta Marksîst-Lenînîst de têkoşîna rizgariya neteweyî dimeşand, ne tenê siyasî heman demê de bi têkoşîna çekdarî jî xwe heyî kiriye. Armanca rêxistinê avakirian dewleteke Fîlîstînê ya sosyaslîste.
Di vê rêxistinê de gelek jin bi bandor bûn. Yek ji van Sena Mîheydery ya 17 salî a ji Lubnanê ye. Li dijî artêşa Israîlê çalakiyeke fedayî pêk aniye. Di nameya hiştiye de wiha dibêje ‘Ez bûka Başur im’ û balê dikşîne ser nasnameya xwe ya Lubnanî û van tiştan dibêje: “Ez namirim, berovajî divê em govendê bigirin. Wê bi çalakiya min azadiya Fîlîstînê bê.”
Yek ji jina din ya şoreşger ya di tevgera Fîlîstînê de Suha Bînt Sara ye. Suha Bînt Sara sîxurekî Israîlê dikuje. Di 1978’an de çalakiya revandina keiya Delal Maxrîbî pêk tîne. Leyla Xalid jî yek ji endama rêxistinê ya hîna dijî ye. Bi çalakiya revandina balafirê tê zanîn.
Sûriye
Li Sûriyeyê di 1924’an de ji aliyê Xalid Bextaş yê Kurd ve Partiya Komunust a Sûriyeyê tê avakirin. Lê vê partiyê di civakê de bandorek mezin neafirandiye bi partiya Baas re têkiliyên nêz pêş xistiye. Baas xwe wek sosyalîts bide nasîn jî ev pênase piranî kamuflaja rêvebreiya dewletparêziyê ye. Helwesta partiya komunîst a nêzî dewletê, kapasîteya pêşxistina xeta sosyalîst a serbixwe sînor kiriye. (Rustem Cudi, Rojhilata Navîn)
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘beşa duyemîn- Tecrubeyên Rojhilata Navîn û Mînakên Dîrokî’ wê bê weşandin.
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.







