Cansu Tuncer: Şerê emperyalîst bedena jinê hedef digire
- 09:07 29 Çile 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Ji Jinên Demokrat a Nû (YDK) CansuTuncer da zanîn ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî jinan, îşkence û teşhîrkirina jinê ne tesadufe û got ev pratîk parçeyeke polîtîkaya şerê emperyalîst û tundiya serdest ya mêr e.
Li herêmên ku çeteyên HTŞ’ê kontrol xist bin destê xwe, dîmenên îşkence û teşhîrkirina li hember jinê derketin holê û vê careke din nîqaşên der barê hedefgirtina jinan de anî rojevê. Ji Jinên Demokrata Nû (YDK) Cansu Tuncer da zanîn ku di hawira pevçûnên ku bi mudaxaleyên emperyalîst kûr bûye de êrîşên li ser jinan jî ne tesadufin û daxuyakirin ku tiştên tên jiyîn polîtîka şerê serdest ya mêr e.
‘Dîmenên li Helebê rastiya şer nîşan daye’
Cansu Tuncer balkişand ser êrîşên HTŞ’ê û teşhîrkirin û îşkenceya li ser bedena jinê û wiha anî ziman: “Ev şerê ku emperyalîzmê ji bo dîzaynkirina nû daye destpêkirin ji bilî mirin û hilweşînê tu tiştekî nade gel. Emperyalîzm û hevkarên wê di vî şerê dimeşînin de bedena jinê bi aşkera hedef digirin. Di dîmenên li Helebê derketin holê rastiya vî şerî pir zelal nîşan daye. Tundiya li ser jinê hele ku di şert û mercên şer de, bi dîmenek rojevî an jî hovîtiyek şexsî nikare bê nirxandin. Tundiy ali ser jinê ne berhema îro ye berhema hezaran salî ye. Di şerên bê maf de jin wek parçeyek civaka hatiye dagirkirin tê binpêkirin, kolekirin û teşhîrkirin. Di şerên mafdar de tevî hemû naqokiyan nakokjiya ku ji azadiya jinanre qadê ve dike dertê holê. Ji ber vê jî gelek sedemên jinan hene ku têbikoşin. Jin ne tenê di eniyekê de, li dijî binpêkirina zayendî, çînî û netewî di heman demê de têdikoşe.”
‘Êrîşên li ser jinan ne tesaduf in’
Cansu Tuncer destnîşan kir ku ji ber vê tevlibûna jinan a şer ne tenê li dijî dijminê, li dijî rolên zayenda civakî ya lê tê ferzkirin jî serhildane û wiha pê deçû: “Ji bo jinan tevlibûna şerê şoreger, parçekirina zîncîrên hezaran salî ye. Ev rastî bi pergala serdest ya mêr re tirsek mezin diafirîne. Hildana çekan, rêxistinbûn, fermandariya jinan, li dijî qadên serdestiya mêr têkoşîne. Ji ber vê jî her ku jin bibin kirdeya şer, tundiya li ser jinê jî hîn teşhîrkar hîn biçûkxistî dibe. Tenê bedena jinê hedef nayê girtin; vediguhere qada ku peyamê dihewîne. Bê nasnamehiştin, teslîmgirtin ji ser jinê tê meşandin. Ev bêtehemulî di şert û mercên şer de vediguhere dijminahiya jinan. Ji ber vê jî êrîşên li ser jinan ne tesadufin.”
‘Bi êrîşa li ser jinan dixwazin peyamê bidin’
Cansu Tuncer bi lêv kir ku ji tişta tê xwestin bê kirin ev e ku şikestinek sembolîk bê afirandin û wiha domand: “Dixwazin fîgura ‘şervana jin’ biçûk bixînin, ji rêzê bibînin, îradeyê bişkînin. Bi birîna por û kişandina vîdeoyê, ji ber vê ne çalakiyek tundiyê ya hêsane. Ev peyama ‘îrade hat hişandin’, ‘berxwedan biçûk hat xistin’ ye. Heman demê de peyama ‘bedela şervanbûna jinê ev e’ ye. Ji bo çeteyên wek HTŞ û DAIŞ’ê wateyeke taybet ya van dîmenan heye. Ev rêxistin tirsa ‘ji aliyê jinekê ve bên kuştin nabin şehîd’ dijîn. Ji ber vê jî êrîşa li ser jinan ji xwe re maf dibînin.”
‘Êrîşa li dijî keziya jinê bi armanca tunekirina nasnameya jinê ye’
Cansu Tuncer di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Hedefgirtina keziyê divê yek ji teşeyê kontrola li ser bedena jinê bê dîtin. Kezî di alî jinan de ne tenê teşeyeke; îfadeya li ser piyan sekinandinê ye. Bi taybet di şert û mercên şer de kezî, îfadeya kontrolkirina îradeya xwe û neteslîmbûnê ye. Di alî serdestiya mêr de ev nayê qebûlkirin. Serdestiya mêr jinê xwe ganîmet dibîne. Xwe li ser bedena jinê xwedî maf dibîne. Ji ber vê jî êrîşa li dijî keziya jinê, bi armanca tunekirina nasnameya jinê ye.”
‘Teşhîrkirin û îşkenceya li ser jinê ne tesaduf e’
Cansu Tuncer der barê dîmenên birîna porê şervaneke jin ku ji aliyê çeteyan ve wek propaganda hatiye bikaranîn de jî wiha got: “Ev tenê wek ‘teşhîrkirina hovîtiyê’ nirxandin qels dimîne. Ev peyameke bi zanebûn ku didin didin jin û gelan e. Tundî tenê pêk nayê; tê nîşandan, tê belavkirin û bi vî awayî ji nûve tê hilbreandin. Di van dîmenên çeteyan HTŞ û yên din de jî tundiya serdest ya mêr tê rewakirinê. Teşhîrkirina bedena jinê wek parçeyeke ‘hêz’ û ‘serkeftinê’ tê dîtin. Bi vê armancê jî ne tenê ji bo tirsandinê; qliyên xwe jî ji ser vê hovîtiyê tahkîm dikin. Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî jinan, îşkence û teşhîrkirina jinê ne tesadufe.Ev pratîk parçeyeke polîtîkaya şerê emperyalîst û tundiya serdest ya mêr e. Polîtîkayên li ser jinan ne tesaduf in. Zîhniyeta şerê serdestiya mêr di dîrokê de her tim bedena jinê wek qada peyamê bikaraniye.”
‘Divê têkoşîna dij emperyalîst bê meşandin’
Cansu Tuncer balkişand ser helwest û sekna tevgerên jinan, rêxstinên jinan yên navneteweyî û mekanîzmayên mafê mirovan yên li dijî van dîmenên îşkenceyê û wiha dawî lê anî: “Em di serdema emperyalîzmê de ne. Ji ber vê jî divê em balê bikşînin ser têkoşîna dij emperyalîst. Têkoşîna dij emperyalîst ne tenê li dijî dagirkirina leşkeriye. Heman demê de berpirse ku pergala emperyalîzmê serobino bike. Li dijî van dîmenên îşkenceyê divê tenê bi şermezarkirinê nemînin. Ji ber ev ne mijareke şexsî ye, ev berpirsyariya hûnandina xeta polîtîk a li dijî şerê serdestiya mêr e. Divê ev êrîş li ber çavan bên girtin. Tundiya bê jibîrkirin ji nûve tê hilberandin. Li dijî tespîtkirina îşkenceya li ser jinan divê em li dijî hewldanan normalkirina îşkenceyê bin. Divê xeta têkoşînê bê parastin.”







