Li dijî Ajansa Mezopotamyayê êrişa sîberê
- 15:10 28 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişeke dijwar a sîberê li dijî Ajansa Mezopotamyayê tê kirin.
Ji roja êrişên ser rojavayê Kurdistanê dest pê kirin heta niha Ajansa Mezopotamyayê (MA) rastî astengkirin, êrişên sîberê, bisînorkirinên hesabên medyaya dijîtal tê û ev êriş hêj berdewam in.
Îro jî li dijî ajansê êrişeke mezin a sîberê hate kirin. Êrîşa ewil hate berterafkirin û êriş hêj berdewam e.







