ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 27 Çile 2026
  • Rojev
 
*Jinan diyar kirin ku êrîşên li ser Rojava êrîşên li dijî hemû gelan û destkeftiyên jinan in û gotin, "Têkoşîna me ya hevpar dê vê pergalê biguherîne." DÎMEN HEYE 
 
*Xwişka Ferhat Kûrtay, Rabîa Kûrtay têkildarî pêvajoyê û êrîşên li ser Rojava diyar kir ku komkûjiyên di dîrokê de hatine kirin ji bîr nakin û ji bo êrîşên ser Rojava got, “‘Dewletên navneteweyî çima bêdeng in?” DÎMEN HEYE
 
* Parlamentera DEM Partiyê Sümeyye Boz diyar kir ku Kurd gihîştine qonaxekê ku hebûna xwe îspat kirine û têkoşîna azadiyê dane. Lêbelê, xuya ye ku hewldanên ji bo ji holêrakirina hebûna wan didomin. Li dijî vê yekê, gel li her derê dibêje, 'Em li vir bûn, em li vir in, em ê li vir bin.'" DÎMEN HEYE