Çetayan êrîşî Siwêdayê kirin
- 21:12 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên HTŞ-DAÎŞ, bi çekên giran êrîşî gelek herêmên Siwêdayê kirin. Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi lez bersiva da êrîşan.
Çavkaniyek xwecihî ragihandin ku çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê bi awayekî dijwar taxên bajarê Siwêdayê topbaran kirin.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî daxuyand ku hêzan yekser bersiva jêderên êrişan da, bingehek hawanê û erebeyek doçka ya 23 mm li ser hatin rûxandin.
Hêzan destnîşan kir ku ew ê bi tundî bersivê bidin her binpêkirineke komên hikumetê û nehêlin ewlehî û selametiya şêniyan têk bibin.







