Ji Amedê ji bo Rojava peyama 'Gelê Kurd dê bi ser keve'
- 16:02 26 Çile 2026
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşmeya “Rojava wîjdan, têkoşîn, azadî ye; teslîm nabe” li Qada Şêx Seîd daxuyanî da.ide.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşmeya “Rojava wîjdan, têkoşîn, azadî ye; teslîm nabe” dê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da û peyama ‘berxwedan wê bi ser bikeve’ dan. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Hevserokê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abbas Şahîn ev tişt got, “Li Mêrsînê ji bo çêkirina tirsê ciwanek qetil kirin. Ew nikarin me bitirsînin. Em ê berxwedanê bidomînin. Têkoşîna me ya rewa dê bi ser bikeve.”
Hevseroka Amedê ya DBP’ê Ruçem Vefa Elyakut jî diyar kir ku zihniyeta qirker wê li dijî têkoşîna jinan têk biçe.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çiftyurek jî got, “Azadiya Kobanê azadiya gelê Kurd e. Îro roja şkestina êrîşa hovan e. Gelê Kurd di nava yekîtiyê de têkoşîna xwe bilind dike. Gelê Kurd wê li dijî zihniyeta qirker dîsa bi ser keve.”
Piştî daxuyaniyê gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” heya avahiya rêxistina navçeya Sûrê ya DEM Partiyê meşiya.







