'Piştevaniya bi Rojava re berpirsiyariya mirovî ye'

  • 15:17 26 Çile 2026
  • Rojane
MANÎSA – Li Manîsayê, li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek hat dayîn û bang li hemû raya giştî ya demokratîk hat kirin û hat gotin, "Hevgirtina bi gelê Rojava re ne hilbijartinek e, berpirsiyariyek e li hember mirovahiyê."
 
Rêxistina Navçeya Golmermara ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de, ku li ber avahiya partiyê hat lidarxistin, pankartên bi nivîsên "Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina mirovahiyê ye" û "Rojava wijdan, berxwedan, azadî ye. Nayê bindestkirin" hatin hildan, her wiha dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî"  û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" pir caran hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Fuat Çakir, hevserokê Navçeya Golmermara yê DEM Partiyê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de, ku bangek ji bo hemû raya giştî ya demokratîk tê de hebû, wiha hat gotin: "Hevgirtina bi gelê Rojava re ne hilbijartinek e, lê berpirsiyariyek e li hember mirovahiyê. Ev ne pirsgirêkek ewlehiyê ye, lê polîtîkayek tasfiyeyê ye. Şer, înkar û tarîtiya cîhadîst dê winda bikin; têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û aştiyê dê bi ser bikeve."
 
Piştî daxuyaniyê, meşa plankirî ji hêla polîsan ve hate astengkirin û ev yek bû sedem ku girse çalakiya rûniştinê li dar bixe.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.