Li Ranyayê xwendevan û mamoste ji bo Rojava daketin qadan

  • 14:54 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ranyayê xwendevan û mamosta ji bo piştgiriya Rojava daketin qadan û bê navber dirûşmeya "Yek nîştiman û yek netew” berz kirin.
 
Çalakiyên ji piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bê navber didomin. Di çarçoveyê çalakiyên piştgiriyê de de îro li bajarokê Ranyayê bi pêşengiya Rêveberiya Perwereyê ya Raperîn, çalakiyek hat lidarxistin.
 
Ttevî hemû dibistanên fermî, xwendevanên hemû dibistanên taybet jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan berxwedana Rojava.
 
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi Rojava re hatin berzkîrîn. Bi diruşmeya “Yek nîştiman û yek netew” banga yekitiya Kurdan hat kirin.
Mamosta û xwendevanan ragihandin ku divê nifşê nû bi ruhek netewî perwerde bibin û ji cîhanê re bêjin ku êşa Rojava êşa wan hemûyan e.