KNK: Rojava rûmeta Gelê Kurd e
- 12:06 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê encamnameya civîna Brukselê eşkere kir û got: “Em bangewazî li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku gor vê rewşa awarte bi ruhê seferberiyê, bi piştgiriyeke bi hêz li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û bi hemû rengên kar û xebatên siyasî, diplomatîk û çalakiyên demokratîk berxwedana Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.”
Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî ku nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî ne, li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi awayeke lezgîn roja 25'ê Çileya 2026’an li avahiya navendî ya KNK’ê ya Brukselê kom bûn û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nîqaşên berfireh kirin. KNK’ê encamnameya civînê ji raya giştî re eşkere kir.
Encamnameya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Îro li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên pir dijwar hene. Gelê Kurd careke din bi komployeke pir mezin re rû bi rû ye. Komploger bi maşikên (wekî – proxy) xwe yên herêmî dixwazin desketên Kurdan ji holê rakin, teslîmiyetê li temamiya Kurd û Kurdistanê ferz dikin.
Em weke gelê Kurdistanê tevî êrîşên xedar jî careke din di kêliyên dîrokî re derbas dibin. Rewşa siyasî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn bi lez diguherin. Ev tevî metirsiyên mezin jî, bi xwe re keys û derfetan jî çêdike. Ev kêliyên welê ne ku li gel xeterî û metirsiyan jî, ji bo me Kurdan avantajên girîng jî bi xwe re tînin. Hêzên dagirker hemû çavkaniyên xwe yên dîplomatîk, aborî, siyasî û eskerî seferber dikin. Daxwaza wan ew e ku rê li ber Kurdan bigirin. Ji bo ku Kurd di nav dînamîkên desthilata heyî de mafên xwe yên nasnameyê bi dest nexin û azad nejîn, her tiştî dikin.
Em wek neteweya Kurd niha di pêvajoyeke krîtîk û dîrokî de ne ku li Rojavayê Kurdistanê rû dide. Saziya Diyanetê ya girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê, li ser gelê me fetva ENFAL’ê daye û Rojavayê Kurdistanê weke DARUL HARB îlan kiriye. Li dijî gelê me li Rojava êrîşeke qirkirinê tê meşandin.
Çeteyên cîhadîst û hêzên kolonyalîst ên mîna dewleta Tirk, bi hemû amûr û alavên xwe, her çi di destê wan de heye bi kar tînin. Ew dixwazin li dijî gelê me eniyeke navneteweyî biafrînin. Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me bi saya ked û fedakariya bi hezaran şehîdan, bingeha jiyaneke azad ava kirine. Weke gel, me bi şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, ne tenê Rojhilata Navîn, lê her wiha cîhan jî ji karesatekî mirovahiyê parast.
Em wek partî û rexistinên siyasî yên çar beşên Kurdistanê û derveyî welat, bi yek dengî dibejin: Rojava Kurdistan e , Rojava rûmeta me ya netewî ye û em ê Rojava bi hemû hêz û imkanên xwe biparezin.
Tam jî di demekî wisa de ji bo ku 60 milyon Kurd êdî bi komkujî, koçberiya bi darê zorê, bi înkarkirin, girtin, êşkence, êrîşên çekên kîmyewî, Enfal û jenosîdê re rû bi rû nemînin, pêwîste di zûtirîn demê de bi her awayî li dora hev kom bibin û yekîtiya xwe xurt bikin. Kurd li ser erd û welatê xwe bi dehan milyon nifûsa xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi ziman û çanda xwe, neteweyek in. Kurd bi hezarê salan e li ser axa xwe ne. Di vê demê de Kurd xwedan hêz in û dikarin xwe bi rêve bibin.
Li ser vê bingehê, em nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî û kesayetên serbixwe yên beşdarî civînê bûne van xalên jêrîn ji raya giştî re radigihînin:
* Ji bo çalakiyên girseyî û karên dîplomatîk yên ji bo piştgiriya Rojava bêne koordînekirin, di bin sîwana KNK’ê da navendekî hevbeş bê avakirin.
* Ji bo çalakiyên girseyî û xebatên din ên ji bo piştgiriya Rojava bêne mezintirkirin, roja 1’ê Sibata 2026an weke Roja Piştgiriya Cihanî ya Rojava bê îlankirin.
* Em berxwedana gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û şervanên QSD – YPG – YPJ’ê, bi dilekî germ silav dikin, hevaltî û hevdengiya xwe ji wan re radigihînin û tevlî biryara seferberiyê dibin.
* Em bangewazî li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku gor vê rewşa awarte bi ruhê seferberiyê, bi piştgiriyeke bi hêz li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û bi hemû rengên kar û xebatên siyasî, diplomatîk û çalakiyên demokratîk berxwedana Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.
* Gelê Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên mezin, di nav xwe de li kolanan yekîtiyek xurt pêkanîne. Em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku guhdarî vî dengê gel bikin û di nava koordînasyonekî neteweyî da kar bikin.
* Ji bo rêgirtina şerên li dijî Kurdan, ji bo azadiya hemû Kurdistanê, ji bo parastina tevahî desketiyên Kurd û Kurdistaniyan û ji bo parastina Rojava, divê bi lezgînî konferanseke neteweyî were lidarxistin.
* Em bang li Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAÎŞ’ê û cihana humanîter û demokratîk dikin ku di vê dema hestyar û nazik de, Kurdan tenê nehilin û li hember hêzên cihadîst rawestin.
* Niha bi hikûmeta Şamê re hevdîtinên çareseriyê têne kirin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Hevpeymaniya Dijî DAIŞ’ê dikin ku ji bo ev hevdîtin bigihêjin çareseriyek adilane, bibin hevkar û bibin garantor.
* Mesleya Kurdan tenê mesleya çend welatên Rojhilata Navîn nîne û ev mesele bûye pirsgirêkeke cihanî û divê çareseriyek jêre bê dîtin. Li ser vê bingehê, em bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hêzên cihanî dikin ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd, di bin çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de, bi awayeke lezgîn konferanseke navneteweyî were lidarxistin.”







