Xwendekar û mamosteyên Silêmaniyê ji bo Rojava li ser pêya ne
- 12:04 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Perwerdeyê ya Silêmaniyê, piştgiriya xwe ya ji bo Rojava ragihand û çalakî li dar xist.
Çalakiyên li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê yên ji bo xwedîderketina li Rojava berdewam in.
Di serî de bajarê Silêmaniyeyê, li gelek bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê çalakî û meş tên lidarxistin. Midûriyeta Perwerdeyê ya Silêmaniyeyê, çalakiyek li dar xist û piştgirî da rojavayê Kurdistanê.
Mamoste û xwendekarên tev li çalakiyê bûn, ala Herêma Kurdistanê li ba kir.
Piştî xwendina sirûda neteweyî ya gelê Kurd “Ey Reqîb”, dirûşmên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Yeke yeke yeke gelê Kurd yek e" û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û meş hat lidarxistin.
Di çalakiyê de hate gotin ku çalakiyên tên lidarxistin dikarin ji bo Rojava veguherin çekekî manewiyatê, yekitiya gelê Kurd tirsê dixe nava dilê hemû dijminan û heke wiha bidome dê gelê Kurd bigihije armanca xwe.
Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku dê di dersa ewil a vê hefteyê de Berxwedana Rojava û doza gelê Kurd were vegotin. Îro di danê sibehê de li hemû dibistanên başûrê Kurdistanê dersa ewil, mijara berxwedana gelê Kurd bû.







