Şervanên QSD'ê xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişandin

  • 09:53 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Şervanên QSD'ê ku Girtîgeha Eqtanê ji êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê diparastin, piştî berxwedana bi rojan xwe vekişandin Kobanê.
 
Şervanên QSD'ê ji vê sibehê û pê ve xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişandin Kobanê.
 
Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî bûn, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê ve dorpêçkirî bûn. Bi rojan li hemberî girtîgehê êrişên giran hatin kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehê gelek caran hewl dan ji girtîgehê birevin. Lê belê di encama berxwedana bi rojan a şervanên QSD, YPG û YPJ'ê de ev hemû hewldan hatin têkbirin.