ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 23 Çile 2026
  • Rojev
 
*Lêkolînera DYA’yî Meghan Bonette  bal kişand ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava û got Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statu û ev tişt ragihand: “Êrîşên li Rojava bidomin wê bandorek neyînî li pêvajoya Bakur bike. Niha destkeftiyên li Rojava di bin tehdîdê de ne. Divê ji bo Rojava destkeftî bên parastin.” DÎMEN HEYE
 
* Lêkolînera DYA’yî Meghan Bonette  bal kişand ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava û got Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statu û ev tişt ragihand: “Êrîşên li Rojava bidomin wê bandorek neyînî li pêvajoya Bakur bike. Niha destkeftiyên li Rojava di bin tehdîdê de ne. Divê ji bo Rojava destkeftî bên parastin.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera DBP’ê Fatma Yenî der barê geşedanên li Sûriyeyê de axivî û got divê pêvajoya muzakereyê bidome û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. DÎMEN HEYE
 
*Yasemîn Ozgun der barê êrîşên li Sûriyeyê û hedefgirtina qirkirina jinan de axivî û got êrîş ji operasyona leşkerî wêdetir, polîtîkayek şerê taybet e. Yasemîn Ozgun wiha got: “Ev çete bedena jinan di qada şer de dikin alav, serdestiyê ava dikin û îşkenceyê dikin. Parastina modela azadîxwaz a jinan a li Rojava berpirsyariya hemû jinên cîhanê ye.”  DÎMEN HEYE
 
*Kifş û îcatên ku mirovan ji bo jiyankirinê dîtine wek daneya şoreşa zîhnî derketine holê. Jiyana xwecihî, avakirina perestgehan, diyarkirina hewcedariyê kolektîf, hemû gavên şoreşî yên bi pêşengiya jinê pêk hatine. Ev gav ne tenê di têkiliyên hilberînê de, di pergalên din de jî rê li ber veguherînê vekiriye, ji avabûna pergaleke sembolîk û etîk a navenda wê jin e re jî zemîn ava kiriye. JINEOLOJÎ