Li Edeneyê êrîş hatin protestokirin
- 22:25 22 Çile 2026
- Rojane
EDENE - Li navçeya Yuregîr a Edeneyê êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîtger yên ku Tirkiye piştgiriyê didê yên li dijî Rojava hatin protestokirin.
Bi banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li navçeya Yuregîr a Edeneyê li taxa 19 Mayis gelek kes haitn gel hev û êrîşên li dijî Rojava proteto kirin. Tevî astengî û dorpêça polîsan, girseyê pankarta ‘Rojava xeta me ya sor e’ vekirin û dirûşme berz kirin.
Rêveberê DEM Partî yê Yuregîrê Bayram Altindemîr daxuyanî xwend û komujiya li Rojava şermezar kir û got: “Têkoşîna jiyanek bi rumet û azadiyê rewaye. Divê komkujiyên li Rojava bên rawestandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







