Hesabên X'ê yên ajansa MA dîsa hatin astengkirin!
- 20:25 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 3 hesabên medyaya dîjîtal ên ajansa Mezopotamyayê (MA) ku bi rêya platforma X weşanê dikin, di nav du hefteyan de cara sêyemîn hatin astengkirin.
Hesabên medyaya dijital ên Ajansa Mezopotamya (MA) careke din hatin astengkirin. Hesabên me yên Kurdî @MezopotamyaKrdi, Tirkî @MezopotamyaTR û Îngilîzî @MezopotamyaEng li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
Hesabên X'ê yên MA'yê di nav du hefteyan de cara sêyemîn e ku tên astengkirin.







