Endamên JinMayê keziyên xwe hûnandin

  • 16:06 22 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Hunermendên JinMayê li dijî qûsandina keziyên şervanek Kurd, keziyên xwe hûnandin û tev li çalakiya hûnandina keziyan bûn.
 
Jinên Kurd piştî çeteyek HTŞê li Reqayê keziyên şervanek Kurd-YPJê ku dîl hatiye girtin, birî û li ser torên medya dîjîtal weşand, keziyên xwe dihûnin. Hunermendên jin ên Konservatuara Ma Musicê JinMa jî bi vîdeoyeke ku keziyên xwe hûnandin tev li çalakiyê bûn.
 
Koma JinMayê vê çalakiya xwe bi dûrişmeya “Em ê Rojava bi tenê nehêlin” û hastaga #DefendRojava bi raya giştî re parve kir.